'Misliman îxtilafên di nav xwe de bi silh û aştiyê çareser bikin'
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bernameya fitarê ya ku li Qonyayê beşdarî bû de diyar kir divê Misliman îxtilafên di nav xwe de bi silh û aştiyê çareser bikin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bernameya fitarê ya ku li Qonyayê beşdarî bû de di derheqê rewşa Mislimanan de wiha got: “Ew qas êrîş ji derve ve li me tên kirin, divê di vê pêvajoyê de em îxtlafên xwe di nav sikûnet, aştî û silhê de çareser bikin; ger em nikaribin çareser bikin qet nebe divê em taloqê bidin wan îxtilafên xwe.”
“Mixabin ummet di nav xwe de dest bi lihevdanê kiriye”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir li cûrbecûr cihên dinyayê ji teref şaxên cûrbecûr ên kufrê ve zilm li birayên me tên kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Malûmê we ye; Li Tirkistana Rojhilat zilm her roj zêde dibin, ew bûyerên li Afrîkaya Navîn ên ku ev demek bû sekinîbûn dîsa dest pê kirin. Li Afrîkaya Navîn Xiristiyan, li Myanmarê Budîst, li Filistînê Siyonîst, li Tirkistana Rojhilat ateîst û taoîst zilmê dikin û kesên ku li her derî zilm li wan tên kirin birayên me ne.Li cûrbecûr cihên dinyayê ji teref şaxên cûrbecûr ên kufrê ve zilm li birayên me tên kirin û mixabin ummet di nav xwe de dest bi lihevdanê kiriye. Di her beldeya Îslamê de hinek mişkîleyan dixwerînin û hewil didin me berdin hev û piştî ku me berdan hev jî hewil didin me daqurtînin. Ew qas êrîş ji derve ve li me tên kirin, divê di vê pêvajoyê de em îxtlafên xwe di nav sikûnet, aştî û silhê de çareser bikin; ger em nikaribin çareser bikin qet nebe divê em taloqê bidin wan îxtilafên xwe.”
“Şerta vê yekê ya herî muhîm bawerkirin e”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir hisûsek heye ku ew li her derê ku diçiyê diyar dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rebbê min ji vê ummeta Îslamê bike nesîp ku bibe yek û bike nesîbê me ku em jî vê yekê bibînin. Û ez vê yekê dibêjim: Gelek kes dibêjin ‘Di nava ew qas tevlîhevî û nakokiyê de gelo mimkun e?’ Min li Tarsûsê jî got û îro cardin dîsa li vê derê jî dibêjim. Ustad Aliya Îzzetbegovîç ji xortekî ku jê pirseke wisa ‘Ev yek çawa mimkun e û şertên wê çi ne re ?’ kiriye re wisa bersiv da ‘Ji bo vê yekê şertê herî girîng bawerkirin e.’ Belê divê em pêşî bawer bikin.”(ÎLKHA)