Trump ‘Qeyrana Qatarê’ li xwe girt
Serokê DYAyê Trump bi daxuyaniya ku ji ser hisaba medyaya civakî belav kir ‘Qeyrana Qatarê’ li xwe girt.
Serokê DYAyê Trump ji ser hisaba medyaya civakî got ku ‘ Min di ziyareta xwe ya dawî ya ku li Rojhilata Navîn kiribû de destnîşan kiribû ki divê êdî ew desteka maddî ya ku ji fikrên radîkal re tê dayîn bê birîn.’ Trump bi vê daxuyaniya ku belav kir li xwe girt ku wî emir daye welatên Ereban da ku pêwendiyên xwebi Qatarê re bibirin.
Her wek ku tê zanîn Erebistana Siûd, Misir, Bahreyn, Mirektiyên Yekbûyî yên Ereban, Yemen, Lîbya û Maldîvan temamê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîn ku tiştê herî balkêş jî ev birîn piştî ziyareta Serokê DYAyê Trump a ku li Riyadê kir re pêk hat.
Serokê DYAyê Trump ji ser hisaba medyaya civakî got ku ‘ Min di ziyareta xwe ya dawî ya ku li Rojhilata Navîn kiribû de destnîşan kiribû ki divê êdî ew desteka maddî ya ku ji fikrên radîkal re tê dayîn bê birîn.’ Trump bi vê daxuyaniya ku belav kir li xwe girt ku wî emir daye welatên Ereban da ku pêwendiyên xwebi Qatarê re bibirin.(ÎLKHA)