Evdilhelîm Almali wefat kir
Evdilhelîm Almaliyê ku xaziyê Mavî Marmarayê ye ev demek dirêj bû ji ber êşa qanserê dihat tedawîkirin. Hat ragihandin Almali wefat kir.
Rojnameger Evdilhelîm Almaliyê 59 salî di êrîşa siyonîstên îşxalker ya ku li Mavî Marmarayê kirin de ji milê xwe birîndar bû û bû xaziyê Mavî Marmarayê. Almaliyê ku xazî bû ev demek dirêj bû ku ji ber êşa qanserê dihat tedawîkirin. Almaliyê ku ji ber êşa qanserê dihat tedawîkirin li Wanê jiyana xwe ji dest da.
Almaliyê ku ji teref siyonîstan ve hatibû birîndarkirin dermankirina siyonistan red kiribû û heta ku hatibû Tirkiyê di wî halê birîndar de mabû.(ÎLKHA)