Êrîşa bombeyî li Harema Îmam Humeynî hat kirin
Hat ragihandin li Harema Îmam Humeynî ya ku li Tahranê ye kesekî êrîşkar pêşî li hawirdorê gule reşand û dû re bombeyên li ser xwe teqand.
Piştî wê êrîşa ku li Meclîsa Îranê hat kirin re li Harema Îmam Humeynî ya ku li Tahranê ye jî kesekî êrîşkar pêşî li hawirdorê gule reşand û dû re bombeyên li ser xwe teqand.
Hat ragihandin di encama êrîşa ku hat kirin de çend kes birîndar bûn.
Hat ragihandin kesên êrîşkar tev de 3 kes in ku 2 ji wan hatine girtin. Hat ragihandin di pevçûna ku piştî êrîşê derket de kesek miriye û 5 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin kesek ji êrîşkaran pêşî ketiye hewşa Harema Îmam Humeynî û li derdorê reşandiye û dû re li rawestgeha Metroyê bombeyên li ser xwe teqandiye.(ÎLKHA)