Êrîş li meclîsa Îranê hat kirin
Hat ragihandin 4 kesên êrîşkar ên ku ketin meclîsa Îranê li ser mihafizan de gule reşandin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin 4 êrîşkarên çekdar ên ku li Îranê ketin Parlamentoya Îranê li ser mihafizên meclîsê de gule reşandin. Di encama êrîşa ku hat kirin de pevçûn derket.
Di pevçûna ku derket de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî hatin rehîngirtin.
Parlamenterê Tahranê Îlyas Hezret destnîşan kir êrîşkar tev de 3 kes in, di destê 2 wan de keleşkof û di destê yekî de jî damençe heye.
Hat ragihandin kesên êrîşkar hêj di nava meclîsê de ne.(ÎLKHA)