Şehîd Aytaç Baran li ser qebra xwe hat bîranîn
Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baranê ku berî vê 2 salan ji teref PKKyiyan ve di sûîqesta ku lê hat kirin de hat şehîdkirin li ser qebra xwe ji teref malbat û hezkiriyên xwe ve bi rehmet û minnet hat yadkirin.
Aytaç Baranê ku Serokê Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê bû berî vê 2 salan ji teref PKKyiyan ve bi şikleke hovane hat qetilkirin. Aytaç Baranê ku ji teref PKKê ve hat şehîdkirin li ser qebra xwe bi bernameya ku hat tertîpkirin bi minnet û rehmet hat yadkirin.
Malbata Aytaç Baranî, Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz û endamê GÎKê Vedat Turgut, malbatên Yasîn û Boru û hevalên wî yên ku di 6-7ê Cotmehê de hatin qetilkirin , temsîlkarên STKyan û gelek hezkiriyên Baranî beşdarî bernameya yadkirinê bûn.
Bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Serokê Platforma Şehîdan Omer Çelîk berdewam kir.
“Dema ku ew kes bi vî karî mijûl dibûn gelek kesên mîna Aytaç Baran jî hewil didan Îslam li gelek beldeyan hakim bibe”
Çelîk di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser nemirîbûna şehîdan û destnîşan kir şehîd li qeta Xweda xwediyê nimetên gelek mezin in û dû re wiha got: “ Kesên ku Aytaç Baran şehîd kirin hewil didin îdeolojiyeke kirêt û bedbext di nav xort û ciwanên heremê de belav bikin. Dema ku ew kes bi vî karî mijûl dibûn gelek kesên mîna Aytaç Baran jî hewil didan Îslam li gelek beldeyan hakim bibe.”
“Însan heye ji bo li dinyayê zêdetir bimîne zêdetir dixebite, însan heye ji bo zûtir bigihije Xweda hemû tiştê xwe feda dike”
Çelîk diyar kir xebatên Mislimanan nûr û ronahiyek e û dû re wiha got: “ Çawa ku şevşevok ji ronahiyê aciz dibin bi heman awayî kesên bedbext jî ji xebatên bi xîret û bi nûr ên Mislimanan aciz dibûn û di serê van kesên ku ji xebatên wî aciz dibûn de birayê Şehîd Aytaç Baran hebû. Însan heye ji bo li dinyayê zêdetir bimîne zêdetir dixebite, însan heye ji bo zûtir bigihije Xweda hemû tiştê xwe feda dike. Ew kes wesîleyan digerin da ku bigihijin maşûqên xwe û hemû tiştên xwe feda dikin. Ev birayê me yê şehîd jî ji bo doza Xweda bçi şev û rojan bi xortan re eleqedar bû û Xweda û Resûlê WÎ ji wan re got. Ev birayê me hewil da her yek ji van xortan bibin xwediyê dozê.”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên ku şehîd bûn ji bo ala Îslamê nekeve erdê wê canê xwe yê pîroz û ezîz di vê oxirê de feda kirin. Şehadet encax bi jiyana wek şehîdan mimkûn e.
Îbrahîm Yazê ku dostê Aytaç Baranî ye jî di derbarê mijarê de diyar kir hareketeke ku bêşehîd û bêşehadet be mehkûmê tunebûnê ye.(ÎLKHA)