Li Egeyê di mezinahiya 6.2an de erdhej
Di Behra Egeyê de di mezinahiya 6.2an de erdhej pêk hat.
Li gor daneyên AFADê di Behra Egeyê de di mezinahiya 6.2an de erdhej pêk hat.
Hat ragihandin erdhej 10 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye û tesîra erdhejê ji Stenbol û Îzmîrê jî hatiye heskirin.
Hat diyarkirin baregaha navendî ya erdhejê Karaburuna Îzmîrê ye.(ÎLKHA)