'Leystika di sala 1991an de dileyzin'
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahîn di derheqê hevpeymana çekan a ku di navbera welatên Ereban û Amerîka hat kirin de nirxandinan kir û diyar kir “Bi pereyên neft û xaza sirûştî Amerîka li ser piyan digrin. Berê wan çekên ku ji Amerîkayê distînin didin ser ummetê.”
Ji teref Serokatiya Bajêra Meletiyê tê HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Temsîlkarên STKyan û gelek kesên vexwandî beşdarî bernameya fitarê bûn.
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahînê ku beşdarî bernamê bûn di derheqê rojevê de daxuyaniyên girîng da û diyar kir di temela temamê mişkîleyan de bêedaletî heye û digel tesîskirina edaletê dê temamê mişkîleyan çareser bibin.
“Leystika di sala 1991an de dileyzin”
Şahîn di daxuyaniya ku da de di derheqê geşedaniyên ku li Qatarê rû didin de diyar kir ji ser Qatarê leystikek nû tê leystin û hewil tê dayîn Rojhialta Navîn ber bi agireke nû ve bikşînin. Şahîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew îdarevanên dewletên ku di alema Îslamê de ne bi pereyên neft û xaza sirûştî yê ku Xweda daye Amerîkayê dewlemend dikin û bi wan pereyan Amerîkayê li ser piyan digrin. Berê wan çekên ku ji Amerîkayê distînin didin li ser ummetê. Di wan rojên borî de Siûd bi Amerîkayê re hevpeymaneke çekan a ku 380 milyar dolaran pêk tê kirin. Niha jî Qatar bi Amerîkayê re 12 milyar dolar hevpeymana balafirên şer kir. Hema leystika sala 1991an dileyzin. Amerîka ji bo Saddam têkeve Kuweytê bi cesaret kir û dema Saddam têket Kuweytê di ser wî de girt û xwe wek xelaskarê Kuweytê nîşan da. Amerîka bi vî awayî bû şirîka dahata salana ya neftê ya Kuweytê. Heman leystik îro ji ser Qatarê tê leystin.”(ÎLKHA)