Li Londrayê êrîşa Misliman kirin
Li Londraya paytexta Ingilistanê şofêrê mînîbûsekê wesayîtê li ser Mislimanên ku ji mizgeftê derdiketin de ajot, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Londraya paytexta Ingilistanê şofêrê mînîbûsekê wesayîtê li ser Mislimanên ku ji Mizgeftê Finsbury Parkê derdiketin de ajot, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran tev de 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîş derdora 00.30an de pêk hat û dermankirina birîndaran berdewam dike.
Li gor agahiyên ku kesên şahid ragihandine şofêrê mînîbûsê di derketina terawîn da gotiye ‘ez ê Mislimanan bikujim’ û wesayîtê bi ser Mislimanan de ajotiye.
Polêsê Londrayê hêj piştrast nekiriye ka êrîş êrîşa terorê yan na. Her wiha hat diyarkirin şofêrê êrîşkar hatiye binçavkirin.(ÎLKHA)