Li 29 bajêran operasyona DEAŞê: 233 binçavî
Midûrtiya Giştî yê Ewlehiyê destnîşan kir di operasyonên ku li 29 bajêran hat kirin de tev de 233 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Giştî yê Ewlehiyê ve hatiye dayîn de hat ragihandin li 29 bajêran li dijî DEAŞê operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de tev de 233 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)