Zulma li Mescîda Eqsayê hat tel'in kirin
Li gelek bajêr û navçeyan xelkê Misliman xwe berdan kolan û meydanan û ji bo Mescîda Eqsayê xwepêşanan li dar xistin.
Weke ku tê zanîn ev çendakî ye ku rejîma terorê ya îşxalker a îsraîlê li Mescîda Eqsayê 3 xortên Misliman şehîd kir, têketina Mescîda Eqsayê asteng kir û dedektoran danî ber devê deriyê Mescîda Eqsayê. Ji ber van sedema li gelek bajêr û navçeyan xelkê Misliman xwe berdan kolan û meydanan û ji bo Mescîda Eqsayê xwepêşanan li dar xistin û xelkê Misliman di van xwepêşan û daxuyaniyên çapemeniyê de destek û piştgiriyên xwe ji bo Filistîniyan eşkere kirin û ji rejîma terorê ya îşxalker a siyonîst re reaksiyon nîşan dan.
Me van xwepêşan, daxuyaniyên çapemeniyê û bertekan ên ku li gelek deran hatine tertîp û nîşandan ji bo we wek galeriya fotografan amadekir.(ÎLKHA)