'Mescîdî Eqsa ji bo ummetê îmtîha'
Şêx Îkrîme Sabrî derheqê ji teref sîyonîstên îşxalker ve astengkirin û şehîdkirina Mislimanan de destnîşan kir ‘Ew tiştên ku li Mescîdî Eqsayê diqewimin ji bo ummetê îmtîhanek e.’
Şêx Sabrî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir hûn Fîlîstîniyekî/ê ku van deriyên zalim û bi xeter qebûl bike nikarin bibînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew israra xelkê Fîlîstînê ya ji van dedektoran derbasnebûn û berxwedana li dijî van sepanan ew ê rejîma îşxalker mecbûr bihêle ku ew wan deriyan ji wir rabikin. Tiştê ku a niha diqewime êrîşeke ku li hember azadiya îbadetan hatiye kirin û operasyona bi temametî Mescîda Eqsayê bi dest xistine. Encax qiyama Filîstiniyan ji vê yekê re bû mani’ û planên wan xera kir.”
“Ew xewa Ereban ji bo rejîma siyonîst wek destûr û serê xwe pê neêşandine”
Şêx Sebrî di berdewama axavtina xwe de helwesta dewletên ereban rexne kir û diha got: “ Hal ew e ku hêj Ereb di xew de ne û weke ku haya wan ji wan tiştên ku li Eqsayê diqewimin tuneye hereket dikin. Ew xewa Ereban ji bo rejîma siyonîst wek destûr û serê xwe pê neêşandine.”
“Di vê heftiyeke dawî de di wan bûyerên ku pêk hatin de şehîd hatin dayîn û bi sedan kes jî birîndar bûn”
Şêx Sebrî di dawiya axavtina xwe de diyar kir ev tiştên ku diqewimin ji bo ummeta Îslamê îmtîhanek e û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Di vê heftiyeke dawî de di wan bûyerên ku pêk hatin de şehîd hatin dayîn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Eqsa di xeterê de ye û divê bê rizgarkirin.”(ÎLKHA)