Ji Platforma Qudsa Azad banga 'Îna Xezebê’
Platforma Qudsa Azad bang li xelkê kir da ku beşdarî xwepêşana ‘Ji Siyonîzmê re Îna Xezebê’ bê bûyîn.
Koordînatorê Herema Rojhilat û Başûrêrojhilat ê Platforma Qudsa Azad Fîkrî Karavîl derheqê wan cinayetên ku ji teref siyonîstan ve li Mescîda Eqsayê tên kirin û derheqê astengkirina nimêja înê û kuştina 3 Mislimanan a di hewşa Mescîda Eqsayê de daxuyaniye da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de bang li xelkê hat kirin da ku beşdarî xwepêşana ‘‘Ji Siyonîzmê re Îna Xezebê’ ya ku ew ê 21 Tîrmehê roja înê bê kirin bibin.
“Kesên ku vê cesaretê didin siyonîstan, Misliman bi xwe ne”
Karavîl di daxuyaniya nivîskî ya ku belav kir de qala wehşet û zilm û her wiha hovîtiya siyonîstan ên ku li Mescîda Eqsayê dikin hat kirin û dû re wiha got: “ Ev bûyera herî dawî nîşaneya wan gavên ku dê dirêjtir bên avêtin e. Di ya rastiyê de îsraîl di pey her gavî de ji sistbûn û bêdengiya ummetê cesaret sitand.Kesên ku vê cesaretê didin wî Misliman bi xwe ne. Lewra ummet di nav ew qas xeflet û tefrîkayan de ye ku xîret nake wê wehşeta îsraîl ya li kêleka xwe bibînin û dikevin nava bêdengiya mirinê. Heta ku ev bêdengî berdewam bike, divê neyê jibîrkirin ew ê Mescîda Eqsayê bi temamî bê îşxalkirin. Ji ber vê yekê em bawer dikin temamê Mislimanan pêwîst e ku ji vê yekê re bertek nîşan bidin. Em wek Platforma Qudsa Azad roja înê bang li temamê endam û saziyên xwe dikin da ku li 81 bajêran xwepêşana ‘Ji Siyonîzmê re Îna Xezebê’ tertîp bikin û her wiha em bang li temamê Mislimanan dikin da ku roja înê beşdarî xwepêşanê bibin û li dijî siyonîzmê berteka xwe nîşan bidin. Em ê bi vê wesîlê roja înê 21ê Tîrmehê piştî nimêj înê li ber Mizgefta Mezin daxuyaniya çapemeniyê bidin. Em bang li xelkê xwe dikin da ku beşdarî vê bernamê bibin.”(ÎLKHA)