Serokkomar Erdogan li Kuweytê ye
Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo ziyaretinan çûbû Erebîstana Siûd piştî ku ziyaret qediya re derbasî Kuweytê bû.
Weke ku tê zanîn Serokkomar Erdogan doh di bergeha ziyaretên welatên kendavê de derketibû derveyî welêt û ziyareta ewil li Erebîstana Siûd kiribû. Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo ziyaretinan çûbû Erebîstana Siûd piştî ku ziyaret qediya re derbasî Kuweytê bû.
Erdogan li balafirgehê ji teref Mîr Kuweytê Şêx Sabah el-Ahmed el Cabîr es-Sabir ve hat pêşîwazîkirin. Di dema pêşîwazîkirinê de ji rayedarên erkana dewleta Kuweytê gelek rayedar amade bûn.
Her wiha di nav wê heyeta ku derbasî Kuweytê bû de gelek kesên ji payeya bilind rayedar hene.(ÎLKHA)