'Ew cezayên ku ji tacirên tiryakê re tên dayîn ne tirsdêr in'
Serokê Şaxa Mêrdînê yê Yeşîlayê Lutfu Gunluogluyê ku diyar kir her roja ku derbas dibe bikaranîna tiryakê zêde dibe derheqê xetereya bikaranîna tiryakê de wisa got: “ Ticareta tiryakê sûceke gelek mezin e lê ew cezayên ku tên dayîn netirsdêr in.”
“Ji hilberînerên tiryakê re cezaya îdamê ”
Gunluoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku cezayên ku tên dayîn netirsdêr in hilberîn û tîcareta tiryakê nikare bê astengkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê ew cezayên nexasim li dijî hilberînerên tiryakê bên zêdekirin. Li hinek welatan ji hilberînerên tiryakê re cezaya îdamê tê dayîn. Hilberîna tiryakê digel ku li Tirkiyê sûceke mezin be jî cezayên tirsdêr nayên dayîn ku ev yek jî pêşiya ticareta tiryakê nagire.”
Gunluoglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir dawî li tiryakê anîn bi serdegirtina li ser malan de û zêdekirina vekirin navendên tedawiyê nayê anîn û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê çirav û teqana tiryakê ango kahniya wê bê çikandin. Dewlet carinan di vî warî de carinan teşwîqê dike û carinan wek nexweşiyeke nabîne û carinan jî xwe li kerritiyê dideyne.”(ÎLKHA)