HUDA PAR kê ji bo “Qudsê” pedalan bizîvirîne
Serokatiya Giştî ya Şaxên Ciwanan a HUDA PARê ji bo balan bikşîne li ser terora ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li Qudsê tên kirin ew ê li 11 bajêran bi dirûşmaya ‘Ji bo Qudsê Rê Vekiriye’ tûra duçerxê tertîp bike.
Hat ragihandin Serokatiya Giştî ya Şaxên Ciwanan a HUDA PARê ji bo balan bikşînin li ser terora ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li Qudsê tên kirin ew ê li 11 bajêran bi dirûşmaya ‘Ji bo Qudsê Rê Vekiriye’ tûra duçerxê tertîp bike.
“Em ewladên Selahaddîn Eyyûbî ne û em ala wî nadin erdê”
Serokê Şaxê Ciwanan ê HUDA PARê Îlyas Kaya li Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê civîna çapemeniyê li dar xist. Kaya di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de qala zilm, tehdayî û terora ku li Qudsê ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin kir û dû re wiha destnîşan kir: “ Em ewladên Selahaddîn Eyyûbî ne û em ala wî nadin erdê. Temamê teşkîlatên me yên şaxa ciwanan ji bo Qudsê seferber bûbe. Ji ber vê yekê li gelek bajêran, di dîrokên cuda de dê bi dirûşmaya ‘Ji Bo Qudsê Rê Vekiriye’ tûra duçerxê tertîp bikin. Em bi vê yekê dixwazin di nav xelkê Mislimanan de yekîtî û digelheviyê saz bikin û şiûra xwedîderketina qibleya me ewil Mescîda Eqsayê bidin Mislimanan. Ji ber vê yekê em temamê birayên xwe vedixwînin vê bernamê û yên piştî vê.”
Kaya dîrokên bernameyên tûra duçerxê yên ku dê bên tertîpkirin wisa eşkere kir:
31ê Tîrmeh/Diyarbekir
1ê Tebax/Êlih, Çewlîg
2ê Tebax/Sêrt
4ê Tebax/Xarpêt
5ê Tebax/Malatya
6ê Tebax/Riha
7ê Tebax/Entabê
8ê Tebax/Mêrsîn
9ê Tebax/Konya
13ê Tebax/Stanbul (ÎLKHA)