Belavkerê Dogruhaberê hat desteserkirin

Belavkerê Dogruhaberê hat desteserkirin

Belavkerê rojnameya Dogruhaberê ji teref polêsê Sêrtê ve“ji ber manşeta ku pirsa îşkencekaran dikir” hat desteserkirin

Abdulkerîm  Sakayê ku li Sêrtê belavkeriya rojnameya Dogruhaberê  dikir dema ku ji ber Qereqola Polêsan a Cumhuriyetê derbas dibû ji teref Polêsê Harekata Taybet ê ku li ber qereqolê nobedê digirt ve hat sekinand û ji ber manşeta rojnamê ya ku tê de pirsa îşkencekaran dihat kirin polês nehişt ku belavkar karê xwe bike û hat desteserkirin

Rojnameya Dogruhaberê bi hejmara xwe ya doh bi manşeta “Ev îşkencekar kî ne?”  derket  balan kişand li ser weqeya îşkencê ya ku li Şapatana Şemzînanê ji teref polêsên harekata taybet ve li gundiyan hat kirin. Bi heman awayî di hejmara rojnamê de hatibû pirsîn ev îşkencekar kî ne.

Abdulkerîm Sakayê ku dema rojnameyên di destê xwe de belav dikir ji teref polês ve hat desteserkirin  nêzî 3 seatan di qereqolê de hat desteserkirin û jê pirsên mîna ‘ev rojname ya kî ye, belgeya te ya belavkirina rojnamê ma heye, çima manşeteke wisa hatiye avêtin?’ jê hatin kirin.

 “Dema ku ez ji ber qereqolê derbas dibûm polêsê harekata taybet min sekinand”

Saka derbarê mijarê de tiştên ku hatine serê wî wiha anî zimên: “ Min wek her car rojname belav dikir. Dema ku ez ji ber Qereqola Polêsan a Komarê derbas dibûm polêsê harekata taybet min sekinand û rojnameyek ji min xwest. Li rojnamê nihêrt û dît ku Dogruhaber . Dema ku manşeta ‘Ev îşkencekar kî ne?’ xwend ket hundir. Bîskekî di hundir de ma û dû re gazî min  kir.Ez jî ketim hundir.”

“Ev rojname ya kî ye, ma neteweyî ye, mehelî ye?... Ev sernav nebaş e”

Sakayê ku diyar demeke dirêj di qereqolê de hatiye desteserkirin axavtina xwe wisa domand: “Polês hêj rojnamê tehqîq dikirin. Dû re gazî polêsên siwîl kirin. Piştî ku polêsên siwîl li rojnamê nihêrtin gotin ‘Ev rojname ya kî ye, ma neteweyî ye, mehelî ye?... Ev sernav nebaş e.’Min ji her polêsê ku hat re got ku Dogruhaber rojnameyeke neteweyî ye. Min nêzî 2 seat û nîvan di hundir de girtin. Min jî gazî parêzerê xwe kir.Dû re min berdan. Wekî din pirsên mîna ‘belgeya te ya belavkirina rojnamê ma heye’ pirsîn.Min jî ji wan re got ku hemû kes dikare vê rojnamê belav bike.”

Saka di dawiya axavtina xwe de diyar kir polêsan jê pirsa manşetê kirine û îddîa kirine ku bûyera îşkencê nerast e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min ji wan polêsên ku îddîa dikirin tiştekî wisa tuneye dot ku kesên ku bûyerê dîtine hene û hetta kesên ku li wan bi xwe îşkence hatine kirin jî hene. Ji ber vê yekê Dogruhaberê vê meselê ji manşetê daye. Ji ber vê yekê polêsan ji min re gotin ku ‘Ev sernav nebaş û ne xweşik e.”

Hat ragihandin ew ê parêzerê Saka derheqê bûyerê de gilîdar bibe.

5ê Tebaxê roja şemiyê di derdora seat 23.00an de li nêzî gundê Şapatanê êrîş li polêsên harekata taybet hatibû kirin û polêsek jiyana xwe ji dest dabû û polêsek jî birîndar bûbû.

Piştî vê êrîşê di raya giştî de derheqê gundê Şapatê de ev îddîa cihê xwe girtibûn:

“ Di 06.08.2017an de di seat 07.00an de polêsên ku ji Şemzînan û Geverê hatibûn anîn di ser gundê Şapatanê de girtine, deriyên malan şikandine, qet li mahremiyetê nenihêrtine, sihêfan li gundiyan kirine û wanan derb kirine. Hinek pîrekên ku xwestine têkevin navberê jî ji teref polêsan ve hatine derbkirin. HInek gundî jî di xew de li rasta êrîşa polêsan hatine. Mela û mixtarê gund jî di nav de temamê mêrên gund li ba camiyê kom kirine û ji wan re gotine “Hûn ji van re dibin alîkar, hûn ê bibêjin ew bi kû ve çûne.’ Dû re jî wanan derb kirine. Ev serdegirtin û gefxwarina ku di seat 07.00ên şeveqê de dest pê kiribû û heta seat 10.00an berdewam kir.  Her wiha qedexeya derketina derve ya ku roja yekşemê li gund hatibû îlankirin roja duşemê hatiye rakirin. Dû re li gor beyanên gundiyan nêzî 36 gundî hatine binçavkirin û îşkence li wan hatiye kirin. Ji van tev de 20 kes piştî ku hatine binçavkirin re nêzî 10 seatan li ewlehiyê hatine girtin û bêyî ku kirariya binçaviyê bê kirin wanan serbest berdane. 16 kesên din jî şevekê di bin binçaviyê de hatine girtin û roja din di derdora seat 17.00an de hatine berdan.”

 “Divê ji wan kesên ku sepanên Tirkiyeya kevin îcra dikin re firset neyê dayîn”

HUDA PARa ku piştî bûyerê lijneyekê şand gund jî nerazîbûnên xwe anî zimên û bûyerê şermezar kir û derheqê mijarê de wiha got: “Divê hikûmet wan hewadîsên miameleyên kirêt û nebaş, îhlalên heqan ên ku her roja ku zêde dibin bi şikleke ciddî lêkolîn bike. Divê ji wan kesên ku sepanên Tirkiyeya kevin îcra dikin re firset neyê dayîn. Divê derheqê wan polêsên ku li xelkê Şapatanê miameleya dere qanûnî kirine de lêkolîn bê destpêkirin, kesên bersûc ji kar bên dûrkirin û werin darizandin. Em wê muameleya keyfî ya ku li gundiyên Şapatanî hatiye kirin bi tundî şermezar dikin û ji bo cardin bûyer û hewadîsên mîna vê neqewimin em bang li rayedaran dikin.”(ÎLKHA)