Li Misirê 2 trên li hev qelibîn

Li Misirê 2 trên li hev qelibîn

Li Îskenderiyeya Misirê 2 trên li hev qelibîn, di encama lihevqelibînê de 36 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 120 rêwî jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Îskenderiyeya Misirê 2 trên li hev qelibîn, di encama lihevqelibînê de 36  rêwî jiyana xwe ji dest dan û 120 rêwî jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin trêna ku sefera Qahîre-Îskenderiyê dikir ji paş ve li trêna ku sefera Îskenderiye-Port Saîd dikir qelibî.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di qezayê de 36 kes jiyana xwe ji dest dane û 120 kes jî birîndar bûne.(ÎLKHA)