Li Venezuelayê di girtîgehê de pevçûn: 37 mirî
Li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin.
Hat ragihandin li başûrê Venezuelayê di girtîgehekê de di navbera girtiyên çekdar û erkdarên ewlehiyê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 37 kes mirin û 14 kes birîndar bûn.
Waliyê Eyaleta Amazonasê Lîborîo Guarulla di daxuyaniya ku derheqê mijarê da de destnîşan kir erkdarên ewlehiyê ji bo li girtîgeha ku lê girtî kontrol bi dest xistine cardin kontrolê bi dest bixin operasyon dan destpêkirin.
Li gor agahiyên ewil ên ku hatine wergirtin di encama operasyona ku hat destpêkirin de 37 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)