'Delîl hatin reşkirin'
Parêzerê malbata Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPê ve hatin qetilkirin derheqê pêvajoya darizandinê de nirxandinan kir û diyar kir “Temamê berpirsên qetlîama 6-7ê Cotmehê nehatine cezakirin.”
Hasan Bozdaşê parêzerê malbata Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPê ve hatin qetilkirin derheqê pêvajoya darizandinê de nirxandinan kir. Bozdaş diyar kir ji ber wan reşkirina delîlan a ku ji teref polêsê endamên FETO ve hatine kirin û ew derdora pêvajoya çareseriyê cinayet bi îhmalên mezin re rûbirû mane û dû re wiha got: “Temamê berpirsên qetlîama 6-7ê Cotmehê nehatine cezakirin.”
“Temamê berpirsên qetlîama 6-7ê Cotmehê nehatine cezakirin, bes ew kesên ku navên wan ji teref 2 îtîrafker ve hatine cezakirin”
Bozdaş di berdewama axavtina xwe de qala kêmasiyên doza Yasîn Boru û hevalên wî kir û dû re derheqê mijarê de wiha axivî: “ Tevde nasnameya 40 kesan hat tespîtkirin û tevlî dosyê hatin kirin. Di dema darizandinê de ji van 40 kesan tev de 24 kes hatin cezakirin. Me di warê beraatan de îtîrazên xwe kir, ew ê mehkemeya îstînafê dê lêkolînê bikin. Lê belê di dema heyama lêpirsînê de ew qas problem û kêmasî derketin holê ku ji ber mudaheleyên polêsên endamên FETO îhmal û sûîstîmal pêk hatin. Ji ber vê yekê temamê berpirsên qetlîama 6-7ê Cotmehê nehatine cezakirin, bes ew kesên ku navên wan ji teref 2 îtîrafker ve hatine cezakirin.”
Bozdaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir delîl ji holê hatine rakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Delîl hatin reşkirin, wan malên derdoran tevan geriyan û wan vîdyoyên ku di wan de qeyda êrîşan hebûn tevakan dan jêbirin. Me ji bo kesên ku êrîşan danepêkirin bên darizandin gelek caran teleba xwe anî zimên, lê belê mehkeme dozê venekir.”(ÎLKHA)