'Kesên êrîşan danekirin bên darizandin'
Serokê Cemîyeta Mistez’efan a Şaxa Êlihê ji ber minasebeta salvegera qetlîama 6-7ê Cotmehê nirxandinan kir û diyar kir kesên tetîkkêş û êrîşan danekirin divê bên darizandin.
Serokê Cemîyeta Mistez’efan a Şaxa Êlihê Feyzî Aydin bi minasebeta 3emîn salvegera qetlîama 6-7ê Cotmeha 2014an a ku ji teref HDP/PKKê ve hatibû kirin nirxandinan kir û diyar kir, divê tetîkkêş û kesên vê wehşetê danekirin demildest bên darizandin û bê cezakirin.
Feyzî Aydin îfade kir ku di Cotmeha 2014an de bi bangewazîya HDP/PKKê ew kesên ku xwe berdan kolanan û xwestin li welat alozî û kaosê derbixin û her wiha xwestin herba navxweyî derbixin qetlîamê kirine. Aydin dû re wiha li axaftina xwe zêde kir: “ Kesên bi bihana DAIŞê derketin kuçe- kolanan xwestin li welêt herba navxweyî derxin û jiyanê bidin sekinandin. Dema liqayî kesên Mislimanên bireh û şaşik hatin êrîşî wan kirin. Di bûyeran de bi taybetî û bi tevahî êrîşî mizgeft, Qursên Qur’anê, Saziyên Sivîl yên Îslamî û êrîşî teşkîlatên bajar û navçeyên HUDA PARa ku armanc û pêşengîya wê Îslam bû kirin. Li gor daxuyanîyên hatine dayîn emrê êrîşê ji teref Abdûllah Öcalan, rêveberîya KCKe û navenda giştî ya HDPê ve hatiye dayin.”
Aydin, îfade kir ku di bûyeran de hêzên ewlekariyê, ji bûyeran re çavê xwe girtine û li axaftina xwe weha zêde kir: “Di 6-8ê Cotmehê de hêzên dewletê yên ewlekariyê yên ku ji emnîyeta mal û canê millet mesûl bûn, bajaran ji PKKê re teslîm kiribûn û ji kuçe- kolanan vekişiyabûn. Wekî ku di qeydande jî tê dîtîn hêzên ewlekariyê ji bo PKKê ciyê bixwaze talan bike, bêdeng mane û ji bang û gaziyên welatiyan yên alîkariyê re bê deng mane. Hê jî, bêhesasîyeta û bêdengîya dewletê ya li hember van hovan dewam dike. Kesên fa’îl û êrîşan danekirin bi awakî ciddî nehatine darizandin û cizayê ku heq kirine nedane wan.”
“Lazim e kesên êrîşan danekirin bên darizandin”
Aydin, di dawîya daxuyanîya xwe de dîyar kir, pêwist e kesên di 6-7ê cotmehê de êrîşan danekirin û tetîkkişandine demildest bên darizandin û cezayê heq kirine bikşînin û wisa pêde çû: “Bi minasebeta 3emîn salvegera qetlîama 6-7ê Cotmehê kesên emrê vê hovîtîyê dane, tetîk kişandine û ji van qetlîaman re bê deng mane em wan lenet dikin. Em hêvî dikin kesên ev wehşeta kirine, danekirin û tetîk kişandine demildest bên darizandin û cezayê heq kirine bikşînin. Em bi vê minasebetê di serî de Yasin Börü û hevalên wî û ciwanên ku bi hovîtî hatine şehîdkirin bi rehmet bibîrtînin. Ji malbatên şehîdan re jî sersaxîyê dixwazin.” (ÎLKHA)