'Pey bûyeran 6-8ê Cotmehê de Îsraîl heye'
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn destnîşan kir ‘"6-8ê Cotmehê teşebûsa darbeya ku ji teref PKKê ve li ser navê Amerîkayê hatiye kirin e."
Ji ber minasebeta salvegera şehadeta Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-8ê Cotmeha 2014an de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatine qetilkirin ji teref Şaxa Ciwanan a Sêrtê ya HUDA PARê ve bernameyek hat tertîpkirin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn derbarê mijarê de nirxandinan kir û diyar kir pêwendiya êrîşên ku ji teref PKKê ve hatine kirin bi Amerîkayê re hene.
“Divê bê dîtin ku di pey bûyeran de Amerîka û Îsraîl heye”
Şahîn di axavtina ku di bernamê kir de destnîşan kir ev êrîşên 6-8ê Cotmehê de hatine kirin di Eyda Qurbanê û di wê meha ku tê de rijandina xwînê heram e de hatine kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “
Carinan dema ku ez li xerbê qala vê pêvajoya ku em jiyane dikim ez hewil didim mijarê ji ser Kureyşê îzah bikim. Ev kes ne xerîb in. Ev kes ew biran e ku ji heman dayik û bavî ne. Lawikekî malbatekî li vî alî û yê din jî li wî aliyê ye. Kurapê wî li wî terefî ye û yê din jî li vî terefî ye. Yanî mesela me jî wek meseleya Kureyşê ye. Ji ber wê yekê bûyerên 6-8ê Cotmehê bûn sûretek; sûreta heremê girt. Ev bûyer xiste nava çavên temamê wan kesên ku fêm nedikirin, serê wan tevlîhev bû û guhên wan kerr bû û ji wan re got ku vaye sûreta heremê ev e, vaye zalim û mezlûm, heq û batil ev e. Divê bê dîtin ku di pey bûyeran de Amerîka û Îsraîl heye. Çawa ku 15ê Tîrmehê darbeyeke ku ji teref FETO ve li ser navê Amerîka hatibe kirin be, bi heman awayî 6-8ê Cotmehê jî darbeyeke ku li camîayên Kurdî û Îslamî yên li heremê ji teref PKKê ve li ser navê Amerîkayê ve hatine kirin e.”(ÎLKHA)