'Ew ê Îslam her tim li ser van axan hebe'
Arîkarê Serokê Giştî yê HUD PARê Seîd Şahînê ku li Êlihê di bernameya bîranîna Şehîdên 6-8ê Cotmehê de axivî diyar kir “ Heta ew dê û bavên ku bo zarokên xwe bo di rêya Îslamê de feda bikin hebin dê Îslam her tim li ser van axan hebe.”
Li Êlihê ji teref Serokatiya Bajêr a HUDA PARê ve ji ber minasebeta salvegera şehadeta Yasîn û hevalên wî bernameyek hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahînê ku li Êlihê di bernameya bîranîna Şehîdên 6-8ê Cotmehê de axivî diyar kir “ Heta ew dê û bavên ku bo zarokên xwe bo di rêya Îslamê de feda bikin hebin dê Îslam her tim li ser van axan hebe.”
“Ew ê Misliman heta heta li ser van axan bibin xwediyê heybetê”
Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel ku ji ser qetlîamê 3 sal derbas bûbûn jî êşa wan hêj tazê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta ew dê û bavên ku bo zarokên xwe bo di rêya Îslamê de feda bikin hebin dê Îslam her tim li ser van axan hebe. Ew ê Îslam li ser van axan bijî. Ew ê Misliman heta heta li ser van axan bibin xwediyê heybetê. Înşallah ew ê dayik û bav Yasîn, Hesen, Riyad, Huseyîn, Cumalî, Turan, Fethî û Cengizan perwerde bikin.”
Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir bûyerên 6-8ê Cotmehê kerbelaya esrê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Meha Muharremê salvegera şehadeta efendiyê şehîdan e. Meha Muharremê meha Kerbelayê ye. Kerbelaya vê esrê ye. Yemen, Sûrî û Arakan bûne Kerbelayek. Rebbê min alîkariyên ku dê vê ummetê ji Kerbelayan xelas bikin bişîne. Em hêvî dikin birayên me yên ku şehîd bûne li ba efendiyê şehîdan Hz. Huseyîn in.”
“Ger îro em li ser van axan Îslamê dijîn ev yek bi saxiya bedelên ku şehîdan dane ye”
Şahîn diyar kir doza Îslamî bi xwîna şehîdan û bi murekkeba aliman li ser piya ye û dû re wiha got: “ Îslam bi xwîna şehîdan û bi murekkeba aliman li ser piyan e. Hemd ji Xwedê re ev ax maneya vê yekê baş dizanin. Wê xwîna Şêx Seîd a ku hatiye rijandin baş dizane, wê cana ku daye baş dizane. Ew şehîdên ku li Diyarbekir, Êlih, Karacadax û Sûsayê din bin axê de ne, lê ruhên wan di gepikên çûkên kesk ên ku li ber siya erşê difirin baş dizanin. Ez silavan li hemiyan dikim. Em ê nikaribin navên wan yek bi yek bikmerin. Lê belê ev ax ji Şêx Seîd heta îro bi xwîna şehîdan hatiye strîn û Îslam bi saya van li ser piyan e. Ger îro em li ser van axan Îslamê dijîn ev yek bi saxiya bedelên ku şehîdan dane ye.”
“PKK şîrê çilîtiyê di pozê Kurdan de derxist”
Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi sedsalan zilm li Kurdan tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kurd xelkeke mezlûm e, bi sedsalan ji ber rondikên ku barandin çalên çavên wan kurtir bûn. Lê belê rêxistineke wisa derket holê ku êş û elemên Kurdan zêdetir dike. Rondikên çavan bûn xwîn, PKK şîrê çilîtiyê di pozê Kurdan de derxist. Pêwendiya malbatî di nav Kurdan de bi qewet bû, lê belê rêxistin vê yekê hilweşand. Bav ji law re bû dijmin, naskirî bûn dijminên hev. Bi vê neyatiya ku kirin nava Kurdan xwîna bira bi bira dan rijandin. Bo vê îdeolojiya xwe ya habîs bi bav xwîna lawê wî dan rijandin. Ma bavê Elî lawê xwe nekuşt. Bes bê yekê nekirin.”
“Di dîroka Kurdan de di dîroka însanetiyê de wehşeteke ku kêm hatiye kirin nivîsandin”
Şahîn, destnîşan kir ku PKKê dîn, namûs, comerdî û exlaqê Kurdan xera kir û li axaftina xwe wûsa zêde kir: “PKKê exlaqê Kurdan xera kir. Exlaqê ciwan û pîrekan xera kir. Kurdên di dîrokê de bi zilamtiya xwe û merdîtîya xwe tên zanîn, exlaqê wanê bilind xera kir. Îdeolojîya mîqrob ya Marksîst, Komonîst û Lenînîst xistin nav Kurdan. Exlaqê Kurdan, hêlekê li ser pîrekê xera kir û li hêladin jî li ser wan mijarên ku min qala wan kir xera kir. Wehşeta 6-8ê Cotmehê, dî dîroka Kurdan de nehatiye dîtin. Wahşetek bi vî rengî dî tarîxa mirovahiyê de jî nehatiye kirin. Îdeolojîya xebîs ne di dîroka Kurdan de ne jî di dîroka însanîyetê de wehşetek nehatibû kirin nivîsand.
“Selahattîn Demîrtaş girseya xwe a wahşî dawetî kolanan kir”
Şahîn, îfade kir ku “Ji bo hemî zalimên ser rûyê erdê bijî cehennem” û li axaftina xwe weha zêde kir: “Ji bo çeteyên bûdîst bijî cehennem, ji bo hêzên emperyalîst bijî cehennem, ji bo çeteyên sîyonîst bijî cehennem, ji bo kesên li Fîlîstînê birayên me qehr dikin bijî cehennem û ji bo kesên li Misirê birayên me qehr dikin bijî cehennem, elbet Xweda dê ji heqqê wan re were. Selahaddîn Demîrtaşê ku berî vê çend rojan ji Amerîkayê vegeriyabû civîna komê ya HDPê nîvrê hişt û derket derve û li ber qamerayan bang li wan terefdarên xwe yên wehşî û hov kir da ku xwe berdin kolanan. Dema ew terefdarên wehşî derketin kolanan bi awakî bi plan ewil êrîşî Köy-Derê kirin û li vir Tûran Yavaş şehîd kirin. Dû re êrîşî saziyên sivîl yên îslamî, şexsîyetên îslamî û teşkîlatê HUDA PARê kirin.”
“PKK bi 6-8ê Cotmehê xwest ku li ser navê Amerîkayê darbê li HUDA PARê û camiayên Îslamî yên di nav Kurdan de bike”
Şahîn, ragihand ku hukumet ji neheqiyên ku li Kurdên Misliman hatiye kirin re bê deng maye û weha dewam kir: “Mixabin di van bûyeran de berpirsiyarîya dewlet û hukumetê jî zahf heye. Endamên Emnîyetê delîlê bûyeran reş kirin. Qeydên qemereyan paqij kirin. Tu qeydên qemerayan neketin dosyaya mehkemê. Qeydên qemerayên dema bûyer qewimîn de tev qaqij kirine. Hin mensûbên Emnîyetê bûyeran proveke kirin , hûn dibêjin ma FETO ye? Nexwe hukumet jî her tiştî re FETO berbirsyar digre. Rast e di wê demê de FETO pirçalak bû. Lê madem FETO hebû çima we dernedixistin holê? Bûyera 6-8ê Cotmehê ji 15ê Tîrmehê ne cûda ye. 15ê Tîrmehê teşebûsa darbê ya ku ji teref FETO li ser hisaba Amerîka hatiye kirin e. Belê, ev rast e, lê belê 6-8ê Cotmehê jî PKKê hewl da ku li ser hesabê Emrîqa darbeyê li HUDA PAR û saziyên îslamî yên di nav Kurdan de bike. Ev qetlîamek e. Dema li we tê kirin hûn karin di warê sed hezaran de muamelê bikin, dema li Kurdên Misliman dibe, hûn xwe ji cihê xwe nadin leqandin.
“Kesê êrîşên 6-8ê Cotmehê daye pêkirin Selahaddîn Demîrtaş e”
Şahin, dîyar kir ku divê kesên bûyerê 6-8ê Cotmehê daye pêkirin jî midaxilî nav dozê bibin û weha axaftina xwe bi dawî kir: “Pêwist e hikumet danekirê vê bûyerê jî midaxaleyî dozê bike. Kesê êrîşên 6-8ê Cotmehê daye pêkirin serokê giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş e. Kesê girseyê xwe berdan kolanan e. Seroka BDPê ya Bajarê Diyarbekirê erîşan da pêkirin. Lê belê mixabin di warê van kesan de tu qirar nehat girtin. Kesê digot ev saziy bi IŞDê re têkildar e êrîşan daye kirin. Lê belê di warê wan de jî tu doz nehat vekirin û heta îro jî tiştek nehatiye kirin. Mixabin hikumet, li mezluman re xwedî derneket.
Bername piştî merş û îlahî hat xwendin, bi diayê Alîkarê Serokê Îttîhadul Ûlema Molla Beşîr Şîmşek bi dawî bû.(ÎLKHA)