Barzanî: Em bo gûftegoyê amade ne
Ramon Blecuayê Serokê nû yê Delegasyona Iraqê yê Yekîtiya Ewrûpayê bi Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.
Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bi Ramon Blecuayê Serokê nû yê Delegasyona Iraqê yê Yekîtiya Ewrûpayê û heyeta digel wî re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya ku ji teref Ofîsê Serokatiya Kuristanê hatiye dayîn Mesûd Barzanî Ramon Blecuayê Serokê nû yê Delegasyona Iraqê yê Yekîtiya Ewrûpayê ji ber ku nû dest bi wezîfeya xwe kiriye wî tebrîk kir. Û bo hesasiyeta civaka navneteweyî ya di warê pêşvebirina gûftegoya bi Baxdayê ya bi Hewlêrê re spas kir.
“Kurdistan bêyî danîna şert û mercan bi Baxdayê re bo gûftegoyê amade ye”
Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin di hevdîtina ku hatiya kirin de Barzanî derheqê qeyrana ku heye de wiha gotiye: “Me beriya referandûmê jî piştî referandûmê jî eşkere kir ku em û Kurdistan bêyî danîna şert û mercan bi Baxdayê re bo gûftegoyê amade ne.”(ÎLKHA)