Serokkomarê Îranî Rûhanî tê Tirkiyê
Heftiya borî Serokkomar Erdogan çû Tehranê ku piştî vê ziyaretê Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî tê Tirkiyê.
Hat ragihandin ew ê di van rojên pêşiya me de Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û heyeteke paye bilind werin Tirkiyê.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Hesen Rûhanî bi beşdarî Lûtkeya Lîderên Koma D-8 a ku wek welatên Îslamê yên ku pêşve diçin tê naskirin bibe dê were Stenbolê û dê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bike.
Di daxuyaniya ku ji teref Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî ve hatiye dayîn de destnîşan kir bo wê bernameya ku dê di dawiya meha cotmehê de bê kirin ew ê Îran jî di civînê de bê temsîlkirin û bo vê yekê amadehî hatine kirin.
Qasimî di berdewama axavtina xwe de diyar kir hevdîtinên ku di navbera Îran û Tirkiyê de hatine kirin bo geşedanên heremî pir bi sûd in û ew ê ev ziyaret û îstîşareya wan a digel hev berdewam bike. Qasimî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê wek Îranê di asta paye bilind de beşdarî civîna D-8an bibin. Xebatên me yên bo bernamê li ber xelasbûnê ne.”
Qasimî di berdewama axavtina xwe de diyar kir derheqê ziyareta ku Birêz Erdogan li Îranê kir de nirxandinên berfireh hatin kirin û exlebeyê van nirxandinan erênî bûn. Ziyareta ku hat kirin jî pir bi bereket bû, di hevdîtinê de îstîşare hat kirin û bi Rêberê Inqilaba Îslamî re hevdîtin hat kirin. Ew ê ev hevdîtin bi Tirkiyeya dost û bira re berdewam bikin.”(ÎLKHA)