Alimên Ehlê Sunnetê yê Îranê wefat kir
Mewlewî Seyyîd Muhammed Yusuf Huseyînpurê ji alimên Ehlê Sunnetê yê Îranê wefat kir.
Şêx Mewlewî Seyyîd Muhammed Yusuf Huseyînpurê ku li bajaroka Gaşta girêdayê bajêra Serevana parêzgeha Sîstan-Belucistana Îranê birêvertiya medreseya “Eynul Ulum” dikir ev demek bû ku ji ber nexweşiya xwe li xestê dihat dermankirin. Şêx Huseyînpurê ku bo tedawiyê çûbû Karaçiya Pakîstanê di 87 saliya xwe de wefat kir.
Piştî wefata Şêx Huseyînpur Rêberê Înqilaba Îslamî Ayetullha Hamaney peyameke taziyê weşand û destnîşan kir Huseyînpur ji wan alimên ku hewil didin di nav Mislimanan de yekîtî û digelheviyê saz bikin bû.
Mewlewî Seyyîd Muhammed Yusuf Huseyînpurê wefat kir ew ê roja çarşemê di seat 09.00an de li bajêra Gaştê nimêja wî ya cenazê bê edakirin û dû re dê definkirin.(ÎLKHA)