Zama MTVê ji sedî  40î hat daxistin ji sedî 25an

Zama MTVê ji sedî 40î hat daxistin ji sedî 25an

Rêjeya zama baca MTVê ya ku berî niha wek ji sedî 40 hatibû diyarkirin hat daxistin û bû ji sedî 25.

Îro di Komîsyona Butçe û Planê ya TBMMê de  zama baca wesayîtên bi motor a ku wek ji sedî 40î hatibû îlankirin hat nirxandin. Di hevdîtin û nirxandina ku hat kirin de baca ku berî niha wek ji sedî 40 hatibû îlankirin hat daxistin û bû ji sedî 25.

Li gor guherîna ku hatiye kirin bo wesayîtên ji ser 1300 cc ji sedî 25 û ji wesayîtên di bin 1300 ccyê de ne re jî ji sedî 15 zam hat kirin.(ÎLKHA)