Tirkiye sahaya xwe ya hawayê ji Herema Kurdistana Iraqê re girt
Bekîr Bozdagê ku Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê ye destnîşan kir Tirkiye sahaya xwe ya hawayê ji Herema Kurdistana Iraqê re girt.
Doh li Kulliyeya Serokkomartiyê di serokatiya Erdogan de civîna MGKyê hat kirin. Piştî civîna ku hat kirin Bekîr Bozdagê ku Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê derheqê rojevê de daxuyanî da û wiha got: “ Lijneya me ya Wezîran li gor qerara tewsiyê ya ku hatiye dayîn Sehaya Hawaya Tirk ji Birêveberiya Heremî ya Iraqa Bakur re girtiye.”(ÎLKHA)