Esnafê Sûrê: Em dixwazin xebatên rê bên xelaskirin

Esnafê Sûrê: Em dixwazin xebatên rê bên xelaskirin

Esnafê ku xwestin xebatên rê yên li Sûra navçeya Diyarbekirê bên xelaskirin destîşan kirin ew êdî nikarin kirêyên dikanên xwe bidin.

Ji serê Îlona sala 2017an vir ve li Kolana Melîk Ahmeda Sûra navçeya Diyarbekirê xebatên rê hatin destpêkirin û hêj berdewam dikin. Ev xebatên  rê yên ku hêj berdewam dikin zirarê didin esnafan û dibin sedem ku mexdûr bibin. Ji ber vê yekê dikandaran li dijî rewşê bertekdar in.

Dikandaran diyar kirin ji ber ku xebat gelekî berdewam kirin ew nikarin kar bikin û êdî gihaştine asteke wisa ku êdî nema dikarin kirêyên dikanên xwe bidin. Dikandar ji ber vê yekê ji rayedaran alîkariyê teleb kirinç

Tuncat Orhanê ku dikandar e derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku îş nabe ew heqê kirêyê xwe nikare bide û dikeve bi deynanç Orhan dû re wiha axivî: “ Ji me re gotin ku em ê riyeke nû çêbikin. Em jî hêvîdar bûn, me got ew ê tiştek baş bê çêkirin û dê ev yek zêde zehmetiyê nede me. Me ji endazyar pirs kir ka ew ê xebat heta kengî berdewam bikin. Endazyar ji me re got ‘Divê di 3 mehan de bê xelaskirin, di hevpeymanê de tiştekî wisa heye.’ Bo dikandaran 3 meh ne wextekî hindik e. Ev du meh çêbûn, lê belê çariyeka rê nehatiye çêkirin. Ji ber vê yekê em mexdûr in. Em li vê derê di kirê de ne û em nikarin heqê kirêya xwe bidin. Em para deyn dikin  û heqê kirêya xwe didin. Ji be vê yekê para bi me re namîne ku em mal bistînin.Tu kes nayê û mişterî jî tuneye. Ew ê di nav vê heriyê de kî bê û danûstandinê bike?Tu kes nayê. Em vê yekê ji rayedaran re dibêjin. Ger heqê kirêya me bidin me em ê kêfxweş bibin. Û ger lezê nedin xebatan ew ê zirara me 3 qetan zêdetir bibe.”

Dikandarên bi navê Ferhat Ateş û Nîzam Sîncar ên ku li kolanê dikandariyê dikin  jî bi heman awayî ji ber xelasnebûna xebatên rê gazin û giliyên xwe wisa anîn zimên.

Ferhat Yaşar: Mişterî ji ber xebatên rê nikarin werin danûstandinê, ji ber vê yekê em nikarin heqê mesrefên xwe derbixin. Divê demildest xebatên rê bên xelaskirin.

Nîzan Sîncar: Ji ber ku niha her derî dikolin mişterî nikarin werin, her der çal  û kortik in. Ger mişterî neyê em ê çi karî bikin. Em niikarin heqê karkeran jî bidin. Em ji rayedaran  teleb dikin, bila li ser vê mexdûriyeta me bisekinin û demildest ev xebat bên xelaskirin.(ÎLKHA)