Ji ber erdhejê li Kurdistana Îranê 12 hezar mal hilweşiyan
Di erdheja di mezinahiya 7.3an a ku li ser sînora Kurdistana Iraq û Îranê pêk hat de li Kurdistana Îranê tev de 12 hezar mal hilweşiyan û 430 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin di erdheja di mezinahiya 7.3an a ku li ser sînora Kurdistana Iraq û Îranê pêk hat de li Kurdistana Îranê tev de 12 hezar mal hilweşiyan. Bi heman awayî hat ragihandin 430 kes jiyana xwe ji dest dan, 7 hezar û 370 kes birîndar bûn.
Her ku diçe bîlançoya erdhejê zelaltir dibe. Li gor daxuyaniya fermî ya ku ji teref rayedarên Îranê ve hatine dayîn ji ber erdhejê li Kurdistana Îranê tev de 12 hezar mal hilweşiyan, 430 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 370 kes jî birîndar bûn.
Li herêma erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Serokmarê Îranê Hesen Rûhanî îro çû herêma erdhejê û lêkolînan kir.Rûhanî li parêzgeha Kirmanşahê destnîşan kir ew ê bo kesên malên wan xera bûne karibin malên xwe ji nû ve ava bikin alîkariya parayan bê kirin.(ÎLKHA)