Kerwana Umûdê derbasî Îranê bû
Weqfa Kerwana Umûdê ji bo ku birînên kesên ku di erdheja li ser sînorê Kurdistana Iraq û Îranê pêk hat de mexdûr bûne bipêçe deriyê sînorê ya Îranê derbas kir û çû devera erdhejê.
Erdheja ku bi şideta 7,3yan ya ku navenda wê 32 kîlometre başûre rojavayê Helepçe bû û gel zêde xisar dîtibû, pêçîna birînên wan û xebatên alîkariyê dewam dike.
Heyetek ji Weqfa Kerwana Umûdê, IHO EBRAR û Yetîm-Dera Ewrûpa yên saziyên sivîl yên alîkariyê li Herêma Kurdistana Iraqê destê alîkariyê dirêjî bi sedan malbatên mexdûrê erdhejê kirin û alîkarî li wan belav kirin.
Piştî li Herêma Kurdistana Iraqê alîkariya bi sedan malbatên feqîr hat kirin, heyet ji bo derbasî devera Kirmanşaha Kurdistana Îranê bibe Deriyê Sînor a Merwanê derbas kir û çû Kurdistana Îranê.
Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê Cemal Çinar derbarê xebatên alîkariyê de agahî da û destnîşan kir ku wan li Kurdistana Iraqê destê alîkariyê dirêjî bi sedan malbatên feqîr kirin û dû re derbasî Kurdistana Îranê bûne û li vir dixwazin alîkariya erdhejzedeyan bikin û birînên wan bipêçin.
Çinar di dawiya axaftina xwe de got: “Ji bo em alîkariyê bigihînin birayên xwe yên di erdhejê de zirar dîtine, me qampanya alîkariyê daye destpêkirin. Me li Derbendîxana Herêma Kurdistana Iraqê alîkarî gîhand bi sedan malbatên feqîr û muhtac. Niha jî em derbasî Îranê bûn û em ê li gor îmkan û derfetên xwe alîkariya birayên xwe yên di erdhejê de mexdûr bûne bikin”. (ÎLKHA)