HUDA PAR ji îşaretkirina malên welatiyên Alewî re bertek nîşan da
Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Bajêr a Malatyayê yê HUDA PARê ve hat dayîn de ji îşaretkirina malên welatiyên Alewî re bertek hat nîşandan.
Berî vê rojekê li Malatyayê deriyên malên welatiyên Alewiyan hatibûn îşaretkirin. Ji vê rewşê re HUDA PAR bertek nîşan da.
Orhan Dîkgozê Serokê Bajêra Malatyayê yê HUDA PARê ji bûyerê re bertek nîşan da û wê bûyera ku li Taxa Cemal Gurselê pêk hatiye wek provakasyon nirxand û got: “ Wisa xuya dike kesên provakator ji bo hizûra herên û însanên me xera bikin cardin dest bi kar kirine.”
Dîkgoz di berdewama axavtina daxuyaniya xwe de diyar kir mafê heyat û ewlehiyê mafên fitrî ne û dû re wiha destnîşan kir: “ Tiştê muhîm a bo însên mafê heyat û ewlehiyê ye. Ew kesên provakator ên ku di her demê de teşebus dikin hizûra xelkê me xera bikin hêj nehatine girtin ku ev yek jî dibe sedema fikarê. Temeniya me ya herî mezin demildest girtina wan kesên ku hewil didin di nav welatiyên me yên Alewî de dilmetirsî û tirsê belav bikin û hewil didin di nav welat de alozî û berberiyê derxînin e. Ew kesênh ku di rabirdûyê de bi leystikên qirêj welatiyên me yên Sunnî û Alewî bi hev dan kuştin îro jî hewil didin di nav welatiyên me yên Alewî de tirsê derînin û wan sewqî hinek cihan bikin. Xelkê me divê li hember van bûyerên provakatîf bi eqlê selîm hereket bike û divê neyê leystika provakatoran.”(ÎLKHA)