Navê “Wîladeta Pîroz” wek “Mewlûda Nebî” hat guhartin
Li gor rêziknameya ku di rojnameya fermî de hat weşandin Serokatiya Karên Diyanetê navê “Wîladeta Pîroz” wek “Mewlûda Nebî” guhart.
Di hejmar îro ya di Rojnameya Fermî de derbarê “Rêziknameya Derbarê Guherînên di Rêziknameya Pîrozbahiya Hefteya Wezîfedarên Dîn û Camiyan û Hefteya Wîladeta Pîroz de” rêziknameyek hat weşandin.
Li gor rêziknameya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin navê “Pîrozbahiya Hefteya Wezîfedarên Dîn û Camiyan û Hefteya Wîladeta Pîroz” wek “Pîrozbahiya Hefteya Wezîfedarên Dîn û Camiyan û Hefteya Mewlûda Nebî” hat guhartin.
Her wisa di rêziknameyê de hat diyarkirin ew îbareya bi navê “14-20ê Nîsanê dîrokên Wîladeta Pîroz” jî wek “1-7ê Cotmehê hefteya Mewlûda Nebî” hatine guhartin.(ÎLKHA)