Di lêpirsîna cînayeta Cewzet Soysal de pêşveçûneke nû
Di bergeha lêpirsîna ku derbarê qetilkirina Cewzet Soysalê ku di sala 1998an de li Êlihê hatibû revandin û qetilkirin de 2 jê malnişîn û 2 jê muwazzaf tev de 4 polês hatin binçavkirin.
Cewzet Soysal di sala 1998an de li Êlihê bi hinceta ku endamê Cemaata Hîzbûllah bû hatibû revandin li çoltera Qubînê bi îşkenceyan hatibû qetilkirin. DI bergeha lêpirsîna ku derbarê qetilkirina Soysal hatibû vekirin de 2 jê malnişîn û 2 jê muwazzaf tev de 4 polês hatin binçavkirin û 2 polêsên din ên ku ji FETO hatine girtin daxilî lêpirsînê hatin kirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komere ya Êlihê ve hat destpêkirin de dozgeriyê ji Midûrtiya Ewlehiyê ya Entalyayê re nivîsek şand û ji wan xwest ku yek jê malnişîn tev de 2 polês bên binçavkirin. Polêsên ku hatin binçavkirin ew ê piştî kontrola tenduristiyê dê bên anîn Êlihê.
Her wisa hat hînbûn 2 polêsên ku ji FETO hatine girtin jî daxilî lêpirsînê hatine kirin.(ÎLKHA)