Li tevahiya Tirkiyê Qandîla Mewlûdê hat îhyakirin
Ji ber minasebeta teşrîfa dinyayê ya Hz. Muhammed(s.x.l) li tevahiya Tirkiyê Qandîla Mewlûdê hat îhyakirin.
Ji ber minasebeta salvegera 1466emîn a teşrîfa Hz. Muhammed(s.x.l) a dinyayê li gelek bajêr, navçe û gundên wan teşrîfkirina Pêxemberê me Hz. Muhammed(s.x.l) di camiyan de hat pîrozkirin.
Li Enqere, Stenbol, Qonya, Edîrne, Bursa, Denîzlî, Edene, Elezîz, Diyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Çewlig, Bidlîs, Entab û Rihayê welatiyên ku xwestin Qandîla Mewlûdê ihya bikin berê xwe dan camiyan bo alema Îslamê dia kirin.
Di bernameyên ku hat lidarxistin de Misliman hezkirin û muhabbetên xwe yên li hember Hz. Muhammed anîn ziman. (ÎLKHA)