'Çareseriya mayînde a problemên civakî bi perwerdehiya Îslamî mumkin e'
Mela Muhammed Beşîr Varolê ku diyar kir însanetî ber bi qeyraneke mezin a exlaqê ve diçe destnîşan kir çareseya rizgariya însaniyetê bes bi exlaqa Îslamî ye.
Mela Beşîr Varolê ku mufessîr, muhaddîs, fakîh, şair e û di nav xelkê bi navê Mela Mizgîn û Mela Muhammedê Beşîrê Bêcirmanî tê naskirin derbarê hewadîsên xeyrî însanî yên ku li dinyayê diqewimin, xala ku xortanî lê ye, rêjarî, pîrek, pêwendiyên li derê zewacê, tahrîbkirina saziya malbatê û mijarên cûrbecûr de nirxandinan kir. Mela Mizgîn di hevdîtina ku me pê re kir de hişyarî û şîretan kir û got problemên civakî bo bên çarserkirin divê hemû kes wezîfeya xwe bi heqê wê bikin.
“Xweda ji însan re bi wasitaya pêxemberan û nexasim jî bi wasitaya Hz. Muhammed(s.x.l) bi Qur’an û Sunnetê talîmateke baş daye”
Varol diyar kir her çi qas însan ji perwerdehiya Îslamî dûr dikeve neqencî û nebaşî zêdetir dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lewra ew perwerdehiya Îslamî ji teref Xweda ve ji însanan re hatiye dayîn. Xweda dizane ku însan çawa dikeve îfsadê. Lewra ew bi xwe însanan xuliqandiye.Çawa ku muhendisek bi mekîneyeke ku ew bi xwe çêkiribe çêtir dizane, însan jî wisa ye. Ji ber vê yekê Xweda ji însan re bi wasitaya pêxemberan û nexasim jî bi wasitaya Hz. Muhammed(s.x.l) bi Qur’an û Sunnetê talîmateke baş daye. Xweda helek ahkamên ku dê însan bên islahkirin şandiye. Lê belê însan serê xwe bi van hukman naşînin, ango li gor wan hereket nakin. Elbest çi qas ku însan xwe ji van hukmên Xwedê dûr dikin û li gor wan hereket nakin neqencî û ew rewşa nebaş a ku însan ketiye navê zêde dibe. Bes riyeke tenê bo xelasiya ji vê rewşê heye ku ew jî xwe bi hukmên Xweda ve girtine û li gor wan jiyan e.”
“Di bin navê mafên jinan de gelek îfsad û tahrîbat tê kirin”
Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir talaq û munasebetên bêzewac zêde dibin ku ev yek di civakê de dibe sedema tahrîbateke mezin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pêxemberê me di hedîseke xwe de dibêje ‘Haya xwe ji dinya û jinana bikin.’ Ger pîrek ji tesettura Îslamî bê derxistin û bo tiştekî ji rêzê û ne tişt bê teşhîrkirin wê demê dê civak xera bibe. Di bin navê ‘mafên pîrekan de’ gelek îfsad û tahrîb tên kirin. Hêzên emperyalîst vê yekê bi zanebûn û bi organîze dikin. Elbet ev yek jî dibe sedem ku dinya tevlîhev bibe. Ger pîrek cardin neyê vegerandin û venegere perwedehî, edeb, tesettur, îffeta û nîqaha Îslamî ew ê dinya bi zanebûn ber bi nebaşî, cudahî û tevlîheviyê ve biçe. Bes çareya sereke û tenê vegerîna pîrekê li mala xwe, îffeta xwe, tesetura xwe ye. Xweda di Qur’anê de û Pêxemberê me jî di sunneta xwe de derbarê vê mijarê de gelek talîmatan dane.”
“Ger pêşiya zîna û pêwendiyên di navbera jin û mêran de ên xeyrî Îslamî neyê girtin dê însanetî ber bi felaketeke mezin de biçe”
Mela Mizgînê ku diyar kir nesl û civakeke ku ji bin fermana Xweda derkeve dê tu carî îflah nebe di berdewama axavtina xwe de wisa got: “Nesleke ku di vî halî de be ew ê ber bi felaket û bobelatê ve biçe. Ger pêşiya telaq, zîna û pêwendiyên di navbera jin û mêran de ên xeyrî Îslamî neyê girtin dê însanetî ber bi felaketeke mezin de biçe. Lewra şadî û bextewariya însanan di hukm û fermanên Xweda de ne. Ji van ferman û hukman yek jî nîqah e. Xweda di Qur’anê emir dike ‘nêzî zînayê nebin.’ Ev mêze kirine, li derveyî sînorên nîkahê pêwendiyên di navbera jin û mêran de ye. Zîna ji teref Xweda ve hatiye qedexekirin. Divê însan ji van riyan vegerin û berê xwe bidin îffet û adabên Îslamî . Dema ku ji fermanên Xweda neyên bicîanîn kes qet îflah nabin. Divê me hemû di vî warî de ji hev re bibin alîkar. Divê pîrek û zilam ji hev re bibin alîkar û divê hevdû biparêzin. Lewra pîrek jî zilam jî bi tena serê xwe nikarin xwe biparêzin. Ji xwe malbat bo vê ye. Ji ber ku hêzên emperyalîst fermanên Îlahî, cezayên Îslamî ji nav me rakirin û ji ber ku ev ceza di nav me de tunene û ji ber ku jin û mêr bçi têra wê ji hev re nabin alîkar însanetî dikeve riyeke nebaş û neqenc.”
“Xelaskirina xortan ji çiravê bes perweredehiya Îslamî ye”
Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir nesla nû ji bawerî, çand û nirxan dûr dikeve û mezin dibe ku di vî warî de di serî de hikûmet, saziyên perwerdehî û dê û bav wezîfeyeke mezin dikeve li ser milên wan. Varol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wek mînak di daran de fêkiyên ku bala însanan dikşînin mezin dibin. Lê belê dema ku xwedî li wê darê neyê derketin kurm davêjin wê darê û piştî demekê di bayeke nejidayî de jî werdigerin. Ciwanî jî wusa ye. Dema ku însan zahiren li xortaniya îro dinêre jê re xweşik xuya dike, lê belê ji ber ku ji hukmên Îslamî dûr ketiye mîkrobên ku dê zirarê bidin wî xortî ketine laşê wî. Nexasim dema ku li xortaniya Ewrûpa bê nihêrtin tê dîtin ku bes bi zewqê dikarin biçin mektebekê bi dehan însanan bikujin. Vaye dema ku însan ji fermanên Xwedê dûr bikeve tiştê ku dê bibe ev e. Ger însan venegere li ser ahkamên Îlahî, Xweda mihafeze bike em ê her roj zêdetir li rasta van bûyeran bên û wanan ji televîzyonan temaşa bikin. Divê em perwerdehiya Îslamî bidin xortan û wan vegerînin li ser Qur’an, sunnet û ahkamên Îslamê. Riya çareseriyê bes ev e, di vî warî de em tev mesûl in û wezîfeyên me hene. Nesla nû ji bawerî, çand û nirxan dûr dikeve û mezin dibe ku di vî warî de di serî de hikûmet, saziyên perwerdehî û dê û bav wezîfeyeke mezin dikeve li ser milên wan. Divê em li ser vê yekê bifikirin û însanan wergerînin li ser ahkamên bi hikmet ên Xwedê û perwerdehiyê bidin wan. Naxwe aqûbeta me dê ne bixêr be. Însan zen dikin ku ger însan ji fermanên Xwedê dûr bikeve dê zirarê nebîne, na ne wisa ye. Dîrok vê yekê nîşanî me daye. Însanên ku di dewra pêxemberên berê de jiyane dema ku ji ahkamên Îlahî dûr ketine bi mueyyîdeyên Îlahî hatine cezakirin.”(ÎLKHA)