Îşxalkerên siyonîst êrîşî Xezzeyê kirin
Îşxalkerên siyonîst li çend herêmên şerîda Xezzeyê êrîşên asimanî li dar xistin, hat ragihandin di êrîşan de 3 Filîstînî birîndar bûne.
Hat daxuyandin di êrîşên asimanî yên ku ji teref îşxalkerên siyonîst ve hatin lidarxistin de 3 Filîstînî birîndar bûne. Derbarê rewşa birîndaran de Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Filîstînê Eşref El-Kudra daxuyaniyek da. El-Kudra di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir reşwa birîndar baş e.
El-Kudra di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir balafirên siyonîstên îşxalker li Kampa En-Nuseyratê hinek herêman hedef girtine û êrîş bûne sedema zirareke mezin.
Her wisa hat ragihandin îşxalkerên siyonîst êrîş birine li qada Burakê ya ku aîdî Mufrezeyên Qudsê ne û 4 mûşekan jî avêtine herêma li rojavayê bajarê Rafahê û 2 mûşek jî avêtine qada Hittîna aîdî Tugayên Îzzeddîn El-Qassam.(ÎLKHA)