Endonezyayê de 27 kes jiyana xwe ji dest dan
Hejmara kesên ku di bagera li Endonezyayê de jiyana xwe ji dest dan derket 27 kesan.
Ajansa Birêveberiya Afeta Neteweyî destnîşan kir hejmara kesên ku di bagerê de jiyana xwe ji dest dan derket 27 kesan.
Hat destnîşankirin bagêra bi navê Cempaka di serî de Giravên Cava û Balî û her wisa 21 herêman xistiye bin tesîra xwe. Tê diyarkirin ji ber ku pêwendî bi hinek herêman re qut bûye xeber ji wan deran nayê wergirtin û tê fikarkirin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Tê diyarkirin ji serê vê salê ve li welat ji ber lehî, bager û baranê zêdetirî milyonek û 800 hezar kes bi şikleke neyînî tesîrdar bûne.(ÎLKHA)