Ji Araqanîyan ra destê alîkarîyê
Karwana Ûmûdê ya Çewligê destê alîkarîyê dirêjî Mislimanên Araqanî kir.
Karwana Ûmûdê ya Çewligê destê alîkarîyê dirêjî Mislimanên ji ber wehşete artêşa Myanmar û çeteyên bûdîst revîyabûn û li ser sînorê Bangladeşê hatibûn bi cî kirin kir.
Di çarçoveya xebatên alîkarîyê de eqîqe û qurban hatin serjêkirin û li malbatên mixtac pakêtên xidayê, cil û berg hatin belavkirin û bîrên avê û mescîdek hat înşakirin.
Derbarê xebatên hatine kirin de ji karbidestên Karwana Ûmûdê ya Çewligê Abdûllah Kaya destnîşan kir ku wan ji bo ji mezlûmên Araqanî re bibin hêvî û umûd, wek Karwana Ûmûdê ya Çewligê qampanyaya alîkarîyê dane destpêkirin.
Kaya îfade kir ku alîkarî li qampên penaberan ên li bajarê Cox’s Bazarê hatine belavkirin û dîyar kir ku heta ji destê wan were ew ê xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin.
“Her roj diçe hejmara kesên koç dikin zêde dibin”
Di çarçoveya xebatên alîkarîyê yên Karwana Ûmûdê ya Çewligê de karmend Bîlal Kitay jî bi karbidestên Karwana Ûmûdê re hat qampên penaberan û wiha axifî: “Berya em bihatana vir li gor me di raya giştî û çapemenîyê de didîtin li ba me fikrek hebû. Lê belê tiştên me dîtin ji tiştên em difikirîn cudatir bûn. Li gor agahîyên me ji xelkê herêmê girtîye heta niha mîlyonek û 600 hezar Araqanî bûne penaber û her roja ku diçe ev hejmar zêde dibe. Ez bi riza dilê xwe hatim vir wek sazîyê, ez pêre hatim li vir ji Tirkîye û gelek deverên dinyayê saziyên alîkarîyê li vir xebatan dikin. Lê belê ji ber hejmar zêde ye û cîh biçûk e, rêza kesên dixwazin alîkarîyan bigrin dirêj dibe. Gelek kesên îxtîyar û zarok bê cî û war in û dereke ku lê bimînin tineye.”
“Mîyanmarî dixwazin vegerin welatên xwe”
Kitay di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Araqanî dixwazin vegerin welatin xwe û ji bo vê yekê çi pêwîst be lazim e kesên desthilat di cî de bikin û axaftina xwe wisa bi dawî kir: “Her çi qas niha sazîyên alîkarîyê, alîkarîya Araqanîyan dikin jî lê belê ev tene alîkarîya rojane ye. Ger çareserîyek neyê dîtin wê di pêşerojê de pirsgirêkên tenduristîyê yên mezin derkevin holê. Mixabin li van deran xizmetên tenduristîyê wek tinebin. Li vir ji ber ava vexwarinê dahî ne paqije pisgirêkên mezin derdikevin holê. Li gor me, ji bo birayên me ên bûne penaber çareserîya herî mezin lazim e gavek berî gavekê pisgirêkên li herêmê werin çareserkirin û xelkên li vir bi awakî aram û ewleh vegerin welatên xwe. Bi hevkarîya tercûmanê xwe em bi çend kesên li vir re peyîvîn, wan ji me re gotin em ji xida û xwarinê zêdetir dixwazin dengê me were bihîstin. Mezlûmên Araqanî dixwazin zilma li wan hatîye kirin were dîtin û demildest ev zilm bê sekinandin û vegerin welatên xwe.” (ÎLKHA)