'Cil û bergên yektîp li dijî rûmeta însên e'
Baroyên herêmê ji ber ku ew ê hukumxwar û girtîyên ku di bergeha Qanûna Mucadeleya Terorê de hatin girtin ew ê bi cil û bergên yektîp bên derxistin mehkemê daxuyanîyek dan û diyar kirin ev yek li dijî rûmeta însên e.
Di daxuyanîya ku derheqê mijarê hat belavkirin de hat ragihandin sepan li dijî hiqûqê ye û dû re wiha hat ragihandin: “ Hêj kesên ku darizandinên wan dewam dikin û derheqê wan de hukmeke eseh nehatîye dayîn hene ku ger li van kesan cil û bergên yektîp bidne xwekirin ew ê li dijî karîneya masûmîyetê be. Lewra di maddeya 38/4an de tê gotin ‘heta ku derheqê kesekî ku bi şiklekek eseh hukm neyê dayîn ku kes sûcdar e ew kes sûcdar nayê qebûlkirin.’Ev verastkirina ku hat kirin dê bibe sedema zirardîtina şîara Dewleta Hiqûqê. Divê demildest dawî li wê rejîma OHALê ya ku ev 17 meh e berdewam dike bê anîn.”(ÎLKHA)