'Quds parçeyek e û ya Fîlîstînîyan e'
Alî Ekber Welayetîyê Şêwirmendê Polîtîkaya Derve yê Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê destnîşan kir meseleya Fîlîstînê meseleya sereke ya alema Îslamê ye.
Alî Ekber Welayetîyê Şêwirmendê Polîtîkaya Derve yê Rêberê Înqilaba Îslamî yê Îranê di civîna ku li dar xistin de derbarê ehemîyet û girîngîya Qudsê de diyar kir meseleya Fîlîstînê meseleya ewil û sereke ya alema Îslamê ye
Welayetî di berdewama axavtina xwe de diyar kir her ku diçe tesîra Amerîka ya di Neteweyên Yekbûyî de kêm dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro welatên hêzdar ên Neteweyên Yekbûyî bi xwe jî destekê nedan Amerîka. Dixwaze bila rojava be dixwaze bila rojhilat be temamê dinyayê ji ber siyaseta Amerîka bifikar e.”
Welayetî di berdewama axavtina xwe de her wisa qala qerara derbarê Qudsê ya ku di Teşkîlata Hevkarîya Îslamê hat dayîn de jî nirxandinan kir û diyar kir: “ Qerara Teşkîlata Hevkarîya Îslamê Fîlîstînê kiriye du perçe. Ev yek ji teref Komareya Îslamê ya Îranê ve nayê qebûlkirin. Quds wek parçeyek a Fîlîstînîyan e. Bes Qudsa Rojhilat ne paytexta Fîlîstînê ye; berewajî temamê Qudsê a Fîlîstînîyan e. Fîlîstînîneke du parçe çênabe. Komareya Îslamî ya Îranê nerîna xwe li wê derê anî zimên. Lê digel vê yekê pêşnûma di civînê de hat qebûlkirin.”
Di civînê de ji Welayetî derbarê artêşeke hevpar a welatên Îslamê de pirsek hat kirin, Welayetî pirsa ku hat pirsîn wiha bersivand: “ Bo vê yekê pêwîstî bi hewildanên koordînasyona navnmeteweyî heye. Lewra di vî warî de qerarek standin ne hêsan e.”(ÎLKHA)