Li Bidlîsê tirbên PKKyîyan hatin vekirin
Digel qerara Hakîmtîya Cezaya Sûlhê ya Bidlîsê 279 tirbên aîdî PKKyîyan a li gundê Yukari Olekê hatin vekirin, ji van tirban tev de 11 tirb vala derketin.
Walîtîya Bidlîsê ragihand digel qerara Hakîmtîya Cezaya Sûlhê ya Bidlîsê 279 tirbên ku aîdî PKKyîyan a li gundê Yukari Olekê hatin vekirin, ji van goran tev de 11 tirb vala derketin.
Di daxuyanîya ku ji teref Bidlîsê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin li gundê Yukari Oleka Bidlîsê li gorsitana ku hatibû çêkirin tev de 279 tirbên PKKyîyan hatin vekirin, ji van tirban 11 tirb vala derketin û hestûyên ku ji 268 tirban derketin hatin şandin Sazîya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Her weke ku dê bê bîran di pêvajoya çareserîyê ya ku di sala 2013an de hat destpêkirin de PKK li nav sînorên milkî yên gundê Yukari Oleka Bidlîsê goristaneke bi navê “Goristana Xerzanê” damezrandibû. PKKyîyên ku di dem û cihên cuda de hatibûn kuştin li goristana ku bi mekîneyên şaredarîyê hatibû damezrandin hatibûn definkirin.
Berî niha hatibû rojevê ku li kêleka vê goristanê ve kon hatibû vedan û di van konan de “mehkeme” hatibûn damezrandin û li herêmên derdorê jî rê dihat birîn û ji xelkê xaraç dihat standin.
Piştî ku pêvajoya çareserîyê xelas bû re TSK bi harekata asimanî avahîya li kêleke goristanê hilweşandibû û di sala 2015an de goristana PKKê ya ku qala wê hat kirin hatibû xerakirin.(ÎLKHA)