'Di pey wan bûyerên li Îranê de Trump û Netenyahu heye'
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê bûyerên li Îranê de diyar kir “Di pey wan bûyerên li Îranê de Trump û Netenyahu heye.”
Ji teref Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ve derbarê xwepêşanên li Îranê de daxuyanî hat dayîn. Çavuşoglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir îstîqrara Îranê bi cîranan girîng e û dû re weha got: “Du kes destekê didin wan xwepêşanên ku Îranê ku ew jî Trump û Netanyahu ye. Em li dijî mudaxeleyên ku ji derve be tên kirin in. Em dixwazin demildest pevçûn bi dawî bibin û cardin îstîqrar hakim bibe. Ew welatên ku Îranê rexne dikin divê samîmî û dûrî neheqîyan bin. Li Misirê darbe çêbû, hemû kes destekê danê. Ka hûn dijberê darbê bûn.”(ÎLKHA)