HUDA PAR gundê Hacîyan ziyaret kir
Serokê Bajêra Rihayê yê HUDA PARê û heyeta digel wî Midûrtîya Perwerdehîya Neteweyî ya Navçeya Bozovayê û Dibistana Navîn a Îmam Xatîban a Gundê Hacîyan ziyaret kirin.
Serokê Bajêra Rihayê yê HUDA PARê Loqman Yalçin û heyeta digel wî Midûrtîya Perwerdehîya Neteweyî ya Navçeya Bozovayê û midûr û mamosteyên Dibistana Navîn a Îmam Xatîban a Gundê Hacîyan a ku bi bernameyekê hat tertîpkirin bi xwendekarên xwe yên bi tesettur hat rojevê ziyaret kirin û bi wan re gotûbêj kirin.
Yalçin piştî ziyaretê di daxuyanî ku belav kir de destnîşan kir bernameyeke ku bi izna welîyên xwendekaran hatiye kirin ev qas zêde tê manûpele kirin ku ev yek nayê qebûlkirin û di çapemenîyê de vê yekê bi şikleke çewt lansekirin û ji teref parlementerekî CHPyî ve di meclîsê de vegotina vê yekê ji bo hinek armancên din xizmetê dike.
“Tu kes nikare derbarê şêwaza jiyanê ya zarokên me de qerarê bide”
Loqman Yalçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir li hember mamosteyeke ku wezîfeya xwe dike nîşandana helwesteke wisa neheqî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew kesên ku bernameyeke ku li dibistanê hatiye tertîpkirin wek ‘îstîsmara zayendî’ veduhezînin meclîsê cardin dijmintîya xwe ya li hember tesettur û Îslamê nîşan dane. Em wek HUDA PARê bi Midûrê Perwerdehîya Neteweyî ya Navçê, midûrê mektebê û bi mamosteyên wê re hevdîtin kir. Me dît ku li vê derê tiştekî çewt nehatîye kirin û mamosteyê me wezîfeya xwe kiriye. Ev der mektebeke îmam xatîbê ye û li vê derê hebûna xwendekarên bi hîcab û tesettur ne ecêb e. Divê ew medyaya kartel a ku bernamê bi manşetên bi navê ‘Li Perwerdehîya Neteweyî Nûximandin’ anîn rojevê û ew kesên niyetxirab baş zanibin; tu kes nikare derbarê şêwaza jiyana zarokên me de qerarê bide. Di vî warî de bes mercîyek heye ku ew jî dê û bavên wan e.”
“Berpirsîyarîyeke mezin dikeve li ser milên hikûmetê”
Yalçin her wisa diyar kir berpirsîyarîyeke mezin dikeve li ser milên hikûmetê û dû re wiha got: “ Hikûmet divê li dijî bê hewadîsa ku rû da ye û li cem midûr û mamosteya mektebê bisekine. Nexasim heta niha parlementerê me yê Rihayê derbarê mijarê de tu daxuyanî neda. Em ji vê derê bangî parlementerê xwe dikin! Ger parlementerekî CHPyî vê meselê bi şikleke çewt karibe di rojeva meclîsê de bi deng bike, divê 12 parlemterên me rabin û hisabê vê yekê bipirsin û her wisa divê li cem midûr û mamosteya mektebê bisekinin. Naxwe ew ê bibin mesûlê vê yekê.”
“Girtin ne di perwerdehîyê de di eqlên wê de çêbûye”
Yalçin di dawîya axavtina xwe de diyar kir ev 90 sal e ku CHP li hember Îslamê dijmintî kiriye û vê yekê didomîne û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em ji Bariş Yarkadaşê ku meselê biriye meclîsê û ji temamê wan kesên ku xwedîyê zîhnîyeta CHPê ne re dixwazin vê yekê bibêjin: Girtin ne di perwerdehîyê de di eqlên wê de çêbûye.”(ÎLKHA)