Yapicioglu derbarê rojevê de nirxandinên girîng kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di bernameya li Rehber TV beşdarî bû de derbarê rojevê de nirxandinên girîng kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Rehber TVyê beşdarî bernameya “Gündemin Nabzı” bû. Yapiciogluyê ku beşdarî bernamê bû derbarê gelek mijarên mîna pêvajoya Astanayê û dengvedanên wê, polîtîkaya derve ya Amerîka û qerara Serokê Amerîka ya derbarê Qudsê de, KHK ya herî dawî ya ku hatiye weşandin û guherînên ku bi vê KHKyê derketine holê û mexdûrên 28ê Sibatê/daraza FETO de nirxandinan kir.
“Rojavaya Xaçperest û emperyalîst bi tundî li dijî temamê reng, mezheb û şîroveyên Îslamê ye”
Yapicooglu di bernamê de derbarê qala wan hêzên ku di her firsetê de ji pergala li Îranê re muxalifet dike û hewil didin xwepêşanên li Îranê bi ciheke din bikîşînin kir û diha got: “ Hemû kes divê vê yekê baş bizanibe rojavaya Xaçperest û emperyalîst bi tundî li dijî temamê reng, mezheb û şîroveyên Îslamê ye. Hinek ji wan bi manipuleyan dixwazin tiştinan bikin, hinek ji wan bi îşxala fîîlî dixwaze bixeniqîne an jî bi damezarandina rejîmên pêlîstok dixwazin temamê dewlemendîyên li wê derê dagir bikin.”
“Bi vî awayî şîrovê bi ya min rast xuya nakin”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de li ser gotina Tirkîye di polîtîkaya Sûrîyê de nêzî Îranê bûye de diyar kir gotina vê yekê ew qas ne hêsan e û di asta niha de her kes cihê xwe muhafeze dikin ûd û re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi ya min Tirkîye û Îran di polîtîkaya Sûrîyê de ne li heman cihî ne. Şîroveyên bi vî awayî jî ji min re rast nayên.”
“Gelo ma nayê bîra me em ummet in?”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di navenda polîtîkayên derve yên Amerîka de “Şerê Îslamê bi Îslamê re, şerê Mislimanan bi hev re” heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew polîtîkaya li ser axên me ya hinek însanên li ser axên me di xizmeta xwe de xebitandin û ji bo armancên xwe dan şerkirin û bi wan berterafkirina hinek kesên din heta ku karibin dê bidin meşandin dê li pey bisekinin. Lê belê tiştê muhîm ne tiştên ku ew dixwazin bikin e, ji vê zêdetir a muhîm ka em çi dikin e? An jî em vê leystikê dibînin? Em li dijî vê yekê tedbîran distînin? Ew berê çekên me didin didin bi ser birayên me yên Misliman de, gelo em li ber vê daxwaza wan re radibin û em li hev xwedî derdikevin? Gelo ma nayê bîra me em ummet in? A herî muhîm a ku divê li ser bê fikirîn ev e.”
“Vekişandin û sererastkirina vê yekê ne zahmet e”
Yapicioglu derheqê KHKya bi nimreya 696an de diyar kir hinek xalên wê ne di cî de ne û di zimanê wê de problem heye û dû re wiha got: “ Ger kesekî ku serokomartî kiriye bibêje di zimanê vê KHKyê de problem heye û ger wezîr, parlementerên wan bibêjin ev yek çalakîyên din jî dixî nav xwe wê demê divê hikûmet vê yekê qebûl bike: Di zimanê wê de problem heye. Vekişandin û sererastkirina vê yekê ne zahmet e. Teqez divê bê serarestkirin.”
“Pêdivîya edaletê ev e”
Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser gelek kesên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne û ev bi salan di girtîgehê de tên girtin kir û wisa bang li rayedaran kir: “ Ger ji kesekî ku zilmê kiribe û zilma xwe ya ku kiriye fêm kiribe re cezaya ku heq kiriye dayîn nayê maneya bi şikleke kamil tesîskirina edaletê. Lewra ger we zilma kesê zalim dîtibe û we ceza jê re dabe û di vê rewşê de ger mexdûrîyeta wan kesên ku ji teref vî zalimî ve zilm li wan hatiye kirin û hatine mexdûrkirin berdewam dike û di ser de ger qeweta we hebe divê hûn vê mexdûrîyetê ji rastê rabikin. Pêdîvîya edaletê ev e.”(ÎLKHA)