Li Myanmarê jenosîd tê kirin
Rêxistna Efûyê ya Navneteweyî rewşa mafên însanan a 159 welatan lêkolîn kir wek raportekê weşand, di raporta ku hat weşandin de jenosîda ku arteşa Mynamarê li hember Mislimanên Arakanî balan kişand.
Ji teref Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve raporteke bi sernava “Ji sala 2017an heta 2018an Rewşa Mafên Însanan a li Dinyayê” hat weşandin. Di raporta ku hat weşandin de hat destnîşankirin di sala 2017an li dinyayê dîkekirinê û cudaxwazî hatiye asayîkirin.
Salîl Shetyê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Nevneteweyî derbarê raportê de nirxandinan kir û diyar kir “Sala borî dinya xerqî qeyranan bû.”
Li Myanmarê jenosîd tê kirin
Shetty di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser jenosîd û qirkirina ku ji teref arteşa Myanmarê ve li hember Mislimanên Arakanî tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Civak li ser nefretkirin, sûcdarkirin û tirsandina kêmayîyan de tê teşwîqkirin ku me vê yekê di jenosîda ku ji teref arteşa Myanmarê ve li hember Arakanîyan tê kirin de dît.”
Tê ragihandin arteşa Mynamarê yê ku bi polêsên li ser sînor re li hev kiriye heta niha gelek Milsimanên Arakanî yên ku hejmara wan nayê zanîn qetil kiriye, îşkence li wan kiriye, destê xwe dirêjî namûsa pîrekan kiriye, di rêyan de mayîn bi cî kiriye û gundan şewitandiye.
Di berdewama raportê de hat destnîşankirin li Mynamarê hetanî Iraq, Sûdana Başûr, Sûrîye û Yemen û gelek welatên din li dijî însanetîyê gelek sûc tên kirin û dû re bal hatin kişandin li ser cezaya ku ji sûcên şer re tên dayîn. Di raportê de hat vegotin bes heta dawîya sala 2017an zêdetirî 400 hezar kesan li Sûrîyê di şerê navxweyî de mirine û 11 milyon Sûrîyeyî ji cihê xwe bûn. Hat diyarkirin li Sûrîyê terefên çekdar sûçên şer dikin ku nexasim rejîma Sûrîyê û Rûsya digel muttefîkên xwe siwîlan hedef digrin, çekên kimyewî û qedexekirî bi kar tînin.
Li Misirê zexteke ku heta niha nehatiye dîtin li muxalefetê tê sepandin
Li gor rapora rêxistinç di sala 2017an de bi sedan aktîvîst hatin kuştin, medya hewil hat dayîn da bê bêdengkirin û dewlet şerm nekirin û ketin pey parêzvanên mafên însanan. Xebatên mafên însanan li Misirê bi şikleke ku heta niha nehatiey dîtin hatin astengkirin. STK hatin girtin, dest hat danîn li ser mal û milkê wan û ji weşandina lêkolînê ya bêyî destûra dewletê re 5 sal ceza hat dayîn.
Siyonîstan herêmên îşxalê berfireh kirin
Di raportê de her wisa hat destnîşankirin siyonsîtan Qudsa Rojhilat jî di nav de li Şerîaya Xerbê wargeh û îşxalên xwe berfirehtir kiriye û azadîya hareketê ya Filistînîyan sînordar kirine. Li Yemenê êrîşên hema ji berê ve yên di koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike berdewam dikin û siwîl tên kuştin û birîndar kirin. Li Yemenê ji 4 paran 3 parênî nufûsa 28 milyonan ji alîkarîyê muxtac e û rewş bûye qeyrana herî nebaş û xirab a însanî. (ÎLKHA)