Xwendekar ji ber tunebûna pirê zehmetîyê dikşînin
Xwendekarên gundikê Xeptîna Hezoya navçeya Êlihê ji ber tinebûna pirê di rêya mektebê de zehmetîyên mezin dikşînin.
Gundikê Xeptîna yê ku girêdayê gundê Tosinpinara Hezoya navçeya Êlihê ji ber ku pir tineye xwendekar di çem de rojê 2 cara îmtîhana çûyîn û hatinê didin.
Ji ber ku li ser çemê wan pir tineye xwendekar bi kîlometra di rêyên zor û zehmet de diçin dibistanê û hin rojan jî li ser pişta welîyên xwe diçin mektebê û tên.
Gundîyên ku ev bi salaye ji ber pira wan tineye di rêyên zor û zehmet de debara jiyana xwe dikin. Di salên dawî de rêya gundikê Tosinpinarê hat çêkirin, lê belê ji ber ku navbera gundikê Xeptînê û Tosinpaşa nehat çêkirin xwendekar û gundî zehmetîyên giran dikşînin.
Gundîyên Xeptînê îfade dikin ku ji ber mekteb li gundê wan tineye ew zarokên xwe wek perwerdehiya veguhestinî dişînin mektebê û bi pirsgirêka pirê re pirsgirêka rêjî derdikeve holê.
Ji ehlê gund Abdûllah Zeren, îfade kir ku pirsgirakên gundê me yên herî mezin zivistanî çem radibe û zarokên me nikarin bi rehetî biçin mektebê.
Zeren, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Nevîyên min li vî gundikî dimînin, nikarin di vê rêya de biçin mektebê û bên. Dema av zêde dibe ji xwe nikarin biçin û dema av kêm dibe birayên wan bavê wan tên û wan li pişta xwe dikin û ji çem derbas dikin. Ji ber vê pirsgirêkê zehmetîyek mezin dikşînin. Em ji dewletê dixwazin bila ji bo van zarokan pirekê çêbike û rîya me asfalt bike. Li ser vî çemî pirek teng ya ji daran heye lê belê ew jî zaf talûke ye û diheje. Hin caran zarok dixwazin di ser pira dar re herin lê belê nikarin. Zarok gelek zehmetîyan dikşînin.”
“Em zarokên xwe li pişta xwe dikin û derbas dikin”
Kemal perîn, îfade kir ku ev nîvê esrekêye ew li vî gundî dimînin û ji ber ku pir tineye ew her roj 2 caran zarokên xwe li pişta xwe dike û di çemre derbas dike.
Perîn, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em zarokên xwe bi perwerdehiya veguhestinî dişînin mektebê. Di navbera herdû newalan de çem diherike û ji bo meriv ji hêlekê derbasê hêladin bibe tu pir tineye û ji ber vê yekê zarokên me çen kîlometreyan ji mecbûrî bi meşê diçin. Servîsa xwendekaran heta ber çem tê û nikare derbasî hêladin bibe. Her roj di rêyên zor û zehmet de diçin û tên. Ji ber ku av zêdeye em didirsin ku zarokên me li ber avê herin. Ji ber pir tineye rêya me tê girtin. Em gelek zehmetîyan dikşînin. Em ajaldarîyê dikin ji ber vê yeke em ka û arvanên xwe li ser pişta xwe dibin gund. Hin caran ji em bi ajalan karê xwe dikin.”
“Di gel min gelek caran daxwazname da jî min tu encam bi dest nexist”
Perîn, behsa zehmetîyên dikşînin kir û îfade kir ku di gel wî daxwazname daye cîye hewce jî wî tu encam bi dest nexistîye û wiha got: “Li gundikê Xeptînê em 4 malbatin û 30 kes lê dijîn. Ji bo pir çêbibe û rêyên me bên asfaltkirin me gelek caran daxwazname dan derên hewce lê belê me tu encam bidest nexist. Rêyên li vir jê gelek hatin asfaltkirin lê belê ya me nehat çêkirin. Ev rêya tenê havînî 3 meha em dixebitinin. Di mehên din de rê tev ji ber herîyê em nikarin bikar bînin. Min sala berê daxwazname dabû. Îhale hat çêkirin û 2 menfez çêkirin lê belê menfez tenê ne bese. Zivistanî ava vî çemî 3-4 metra bilind dibe. Min îsal jî daxwazname da lê belê min tu encam bi dest nexistîye heta niha. Em ji karbidestan dixwazin di cîde destbavêjin vê pirsgirêka me.”
“Heger bi vî halî dewam bike emê bê rê bimînin”
Perîn, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku heger rêya wan neyê çêkirin û li hember erdhezanê dedbîr neyên girtin pirsgirêkên mezintir dê derkevin holê û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Li hêladin heger rêya me bi asfaltê neyê çêkirin û tedbîr neyê girtin emê bê rê bimînin. Lewra rêya tê gundikê me li devera erdhezanê ye. Rêya me di cîye me dexwast de derbas nekirin. Li devera heyelanê re derbas kirin. Niha di rêyame de 5 fetlonek heye. Heger wek me dixwest çêkiribana wê tenê fetlonekek û 200 metrî ba. Em dixwazin rêya me di cîyê ku em dixwazin de bînin. Em ji karbidestan dixwazin dest bavêjin vî karî û demildest vê pirsgirêka me çareser bikin. (ÎLKHA)