Dayika dilşewat: Ez naxwazim lawê min li ber çavê min bimre
Malbata Kurumaz a ku li Nisêbîna Mêrdînê îqamet dike destnîşan kir ji ber bêderfetîyan ew nikare lawê xwe yê ku di serê wî de tumor heye û damarên wî asê bûne bidin dermankirin.
Mala malbata Kurumaz a ku rewşa wan a aborî nebaş e di wan pevçûnên PKKê yên ku ji ber siyaseta çalan derketin de hat xerakirin. Malbat niha ji ber bêderfetîyan nikarin zarokê xwe yê ku nexweşîyên tumor, asêbûna damaran pê re heye bidine tedawîkirin.
Azîze Kurumaza dayika zarokê nexweş e derbarê rewşa malbata xwe ya nexweş de diyar kir ji ber ku bi zilamê wê re nexweşîya helîna hestûyan heye nikare bixebite û ew ji ber bêderfetîyan zarokê xwe şandiye mala dêya xwe û îmkana wan tuneye ku li lawê xwe binêrin.
Dayika dilşewat di berdewama axavtina xwe de diyar kir tev de 3 zarokên wê hene, ji van 4 zarokan zarokekî ji ber bêderfetîyan şandiye li mala pîrika wî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “
“Ez naxwazim lawê min li ber çavê min bimre”
“Ger lawê min ê 5 salî yê ku di serê wî de tumor heye û damarên wî asê bûne neyê tedawîkirin ew ê bimre. Tu dayik naxwaze ku zarokên wê li ber çavên wê bimrin. Ez naxwazim lawê min li ber çavê min bimre. Zilamê min bi nexweşîya helîna hestûyan ketiye û nikare bixebite. Ez jî nexweş im û rewşa lawê min li ber çavan e. Di serê wî de tumor heye û damarên serê wî asê bûne. Îmkana me bo tedawîkirina wî tuneye. Ez naxwazim lawê min li ber çavên min bimre. Ger neyê tedawîkirin ew ê bimre.”
“Rewşa lawê min pir xirab e, ez ji rayedaran alîkarîyê dixwazim”
Kurumaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir mala wan di wê pevçûna ku li Nisêbînê derket de xera bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu tiştekî min nema, tev di wê mala ku xera bû de man. Niha jî em di kirê de ne. Weke ku hûn jî dibînin mala ku em tê de bi rutubet e û ez 300 lîre kirê didim. Doxtor dibêjin ev rutubet bo lawê te nebaş e, lê ez çi bikim tu tişt ji destê min nayê û ji ber bêîmkanîyan ez nikarim maleke din kirê bikim. Her cara ku baran dibare av dide hundir. Niha ez wan amûrên ku xêrxwaz dane me bi kar tînin. Rewşa lawê min pir xirab e, ez ji rayedaran alîkarîyê dixwazim.”
“Ez nikarim lawê xwe bidim xwendin”
Îlhan Kurumazê ku sermîyanê malê ye û pê re nexweşîya helîna hestûyan heye jî derbarê mijarê de diyar kir ew ji ber bêderfetîyan zarokên xwe bide xwendin û dû re wiha got: “Ji ber nexweşîya xwe ez nikarim bixebitim. Ji ber bêderfetîyan ez encax dikarim 2 zarokên xwe bidim xwendin. Em temamê wextê didin wî lawê me yê ku nexweş e. Ez bo lawê xwe yê nexweş ji xêrxwaz û rayedaran alîkarîyê teleb dikim.”(ÎLKHA)