Li 5 bajaran 16 efser hatin binçavkirin
Li Fermandarîya Hêzên Deryayî li dijî rêxistina FETO operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de ji bo 16 efseran biryara binçavîyê hat derxistin.
Serdozgerîya Komarê ya Enqerê li “Fermandarîya Hêzên Deryayî” li dijê rêxistina FETO ya veşartî operasyon li darxist û jê 9 kes hatibûn îxrackirin û 7 kes jî hê wezîfedar bi tevahî di heqê 16 efserî de biryara binçavkirinê hat derxistin.
Li gor daxwuyanîya ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê bi nivîskî hat kirin de cîh hat van agahîyan: “Li dijê rêxistinê li Fermandarîya Hêzên Deryayî li dijê rêxistina veşartî ya FETO/PDYê di lêpirsîna ku Enqere wek navend û ya di heman wextê de hat lidarxistin de jê 7 kesên wezîfedar, 9 kesên ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin bi tevahî di heqê 16 kesan de miameleyên binçavîyê hatine destpêkirin.”
Efserekî di nava ekîba parastina Fermandarê Hêzên Deryayî Adnan Ozbal de bû jî hat girtin.
Li hêla din li dijî rêxistina FETO ya dinava TSKyê de li gor îfadeyên îtrafkeran efserekî di nava ekîba parastina Fermandarê Hêzên Deryayî Adnan Ozbal de jî hat binçavkirin.
Hat îfade kirin ku gûmanbar Asal dema li fermandarîya SATê wezîfedar bû ji bo Fermandarê Hêzên Deryayî Adnan Ozbal biparêse hatibû wezîfedarkirin û navêwî yê veşartî jî “Recep” bû. Asalê ku do hat sewqkirinî mehkemeya nobedar do bi biryara mehkemê hat girtin. (ÎLKHA)