Serekê Akpê Yê Colemêrgê Abdulmecît Tarhan Hat Berdan
Xeberan diyar kir ku serekê partiya AKPê yê bajarê Colemêrgê Ebdulmecîd Tarhan hatiye berdan.
Serekê Mazlûm-Der a şûba Batmanê Mûrat Çîçek ji ajansa Anadoluyê re wiha diyar kir “Ji bo berdana Ebdulmecît Tarhan, berî niha ji Mazlûm-Derê û ji Komela heqên Însanan heyetek pêk hatibû. Heyet îro saet di 9an de di Xabûrê re derbasî hêla din bû. Tarhanî ji mensûbên PKKê wergirtin. Sihheta wî baş e. Tarhan û malbata wî hevûdin dîtin.” (bangaheq)